Li Parîsê ji bo azadiya Fîgen Yuksekdag û girtiyên Kobanê kampanya 2024-09-19 19:30:26   NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên endamên SKB, ZORA û TSP’ê di çarçoveya kampanyaya ‘Ji Fîgen Yuksekdag û girtiyên Kobanê re azadî’ li qada Chaleletê stand vekirin û piştevanî rêxistin kirin.   Endamên Yekîtiya Jinên Sosyalîst a Ewropayê (SKB), ZORA û Platforma Dengê Girtiyan (TSP) tora piştevaniyê ku bi şîara ‘Ji Fîgen Yuksekdag û girtiyên Kobanê re azadî’ avakirin, li Parîsê didomînin.   Endamên SKB’ê ku kampanya birin Festîvala Humanite ku di 13-14-15’ê Îlonê de pêk hat, li qadê stand vekirin û belavok belav kirin.   Endamên SKB û YS’ê îro jî li Qada Chateletê stand vekirin. Di çalakiyê de wêneyên Fîgen Yuksekdag û girtiyên Kobanê hatin hilgirtin û li ber muzikên Kurdî broşur hatin belavkirin û îmze hatin komkirin.   Çalakî bi bangên piştevaniyê ya ji bo azadiya Fîgen Yuksekdag bi dawî bû