Çalakiya Emîne Şenyaşar di roja 28’emîn de ye 2024-09-18 21:10:11   ENQERE- Emîne Şenyaşar di nobeta edaletê ya li Meclisê didomîne de careke din tahliyeya kurê xwe Fadil Şenyaşar xwest.    Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a ku li navçeya Pirsûsa Rihayê di 14’ê hezîrana 2018’an de du kurên wê û hevjînê wê ji hêla parazvan û xizmên parlamenterê AKP’î yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatine qetilkirin û kurekî wê jî hatiye girtin, di roja 28’emîn de li Meclisê berdewam kir.   Emîneyê pêvajoya komkujiyê vegot û tahliyeya kurê xwe Fadil xwest.