Çalakiya 'Deng bide azadiyê' : Em di têkoşînê de bi biryar in 2024-09-16 15:39:29       ÎZMÎR – Di çalakiya 'Deng bide azadiyê' ya li ber Girtîgeha Buca Kiriklarê dewam dike de, hat destnîşankirin ku heta xeber ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan neyê girtin wê têkoşîn bi biryardarî bidome.   Çalakiyên "Deng bidin azadiyê" ku bi pêşengiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Egeyê re (EGE-TUHAYDER) li Îzmîrê ji aliyê xizmên girtiyan ve hatiye destpêkirin, dewam dike. Tevgera Jinên Azad (TJA), Dayikên Aştiyê, Rêxistinên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Rêxistinên bajar û navçeyan, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah li ber Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Buca Kiriklarê çalakî pêk anîn. Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Xizmên xwe Wenda kirin (ANYAKAYDER) û gelek xizmên girtiyan amade bûn. Di çalakiyê de berdilkên bi nivîsa "Ji tecrîdê re na" û "Em ji bo edaletê tecrîdê bişkînin" hatin hilgirtin. Pankarta "Ji bo aştiya civakî deng bidin azadiyê" hate vekirin. Di çalakiyê de timî dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan" û "Bila zindan vala bibin ji girtiyan re azadî" hatin qîrîn.   'Ger hûn difikirin ku ev têkoşîn dê rojek an du rojan berdewam bike, hûn xelet in'   Xizmê girtiyan Medîne Kaymaz li vir axivî û diyar kir ku bi salan e aştiyê dixwazin û ne tenê ji bo Kurdan, ji bo hemû gelan aştiyê dixwazin. Medîne got: “Êdî dev ji vê zilmê berdin. Li van girtîgehan her tişt zilm e. Kurdî qedexe ye, nahêlin pirtûk û tiştekî bixwînin. Divê dewlet dawî li vê zilmê bîne, êdî bes e. Di nîvê şevê de diçin û diavêjin ser qawîşên girtiyan û eşya û pirtûkên wan digirin. Lê em ê dev ji doza xwe bernedin. Heta ku bi Rêberê Gelê Kurd re hevdîtinê pêk bînin em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em ê her tim aştiyê bixwazin, em ê ti carî nebin aliyê zilmê. Em kurd in, em dev ji kurdayetiya xwe bernadin. Heta ku ev zilm ji ser ziman, nasname û welatê me neyê rakirin em dev ji vê têkoşînê bernadin. Ger hûn difikirin ku ev têkoşîn rojek an du rojan e, hûn xelet in. Ev têkoşîn wê bidome."   Piştre çalakiya 10 deqeyan a rûniştinê dest pê kirê.    Çalakî bi dirûşman qediya.