Li Amedê bi hezaran kes ji bo Narînê meşiyan 2024-09-08 22:41:35 AMED- Li Amedê bi hezara kesî qetilkirina Narîn Guran bi dirûşmeyên ‘Kujer hîzbullah hevkar AKP’ protesto kirin. Hevseroka giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar got: “Em bi înat li dijî kesên ku dixwazin têkoşîn, nirxên gel parçe bikin bi hev re têkoşînê bimeşînin. Em ê destur nedin Narînên nû.”    Zaroka 8 salî Narîn Guran di 21’ê tebaxê de li Taxa Çulî ya navçeya Rezan a Amedê winda bûbû. Di roja 19’emîn a xebatên lêgerînê de cenazeyê Guran hate dîtin. Cenazeyê Guranê di nava çewalekî de 3 kîlometreyan dûrî gund, nava ava çem de wek veşartî hate dîtin. Tevgera Jinên Azad  (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo rewşê protesto bikin, pêk anîn. Bi hezaran kes ji ber . Meş ji ber avahiyê DBP’ê destpê kir û bi hezaran kes tevli meşê bûn.   Hevserokên giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir, hevberdevkê HDK’ê Cengîz Çîçek, parlamenterên DEM Partiyê, hevserokên DEM partî yên navend û navçeyan, hevşaredar, rêxistinên civaks ivîl, endamê komeley alîgirên Amedposrê  jî tevli meşê bûn. Girseyê heta parka Koşuyolu dirûşmeyên ‘Narîn Zaroke kujerê wê dewlete’, ‘kujer Hîzbullah, hevkar AKP’ berzkirin.   Polisan hew lda bi TOMA’yan avê berde girseyê. Giseyê bi çepikan rewş protesto kirin û çûn ber Abîdeya Mafê Mirovan a Parka Koşuyolu. Girseya li ber AZC Plazayê hat gel hev jî çalakiya runiştinê pêk anîn û dirûşme berzkirin.   Li ber AZC Plazayê bi pêşengiya Komîsyona Mafê Zarokan, Tora Têkoşîna li dijî Tundiyê û Platforma Jinan a Dîcle Amedê (DAKAP) hatin gel hev û dirûşmeyê ‘ji kujeran re barîkat’ berzkrin û polîsan destur neda meşa wan. Girseyê ev helwesta polîs protesto kirin.   Girse tevî hemû hewldanan berbi Koşuyolu meşiyn. Piştî girseya Ofîsê jî hat li ber Abîdeya Mafê Mirovan a Koşulyolu daxuyanî hat dayîn.   Seroka Komeleya Jinan a Rosa Suzan Îşbîlen axivî û got: “Em bi rojane li virin, em li bendê agahiya ku Narîn dijî bûn. Lê me agahiya mirinawê girt. Ji ber vê em ji bo Narînên din nemirin li virin. Ev 20 roje kujer tên veşartin. Lêgerîn ji bo parstina gumanbaran û tunekirina delîlan bû. Em ji bo edeleta mêr protesto bikin li virin.”   Gumanbar hatin parastin   Kurdiya daxuyiyê  ji Weqfa Alîkriya Koçberî û Mirovan Eylem Kaya û ya tirkî jî seroka komîsyona mafê zarokan a baroya Amedê Huriye Hamîdî xwend.   Huriyeyê wiha got: “Em serhildan û şîna xwe li pêş we ne. Em ji roja ewil de şodarê bûyerê bûn. Hemû gavên hatine avêtin nîşan dide ku hinek hêz gumanbaran diparêzin.  Piştî demek dirêj li nêzî mala wê cesed dîtin rewşê piştrast dike. Polîtîkayên desthilatdariyê hêzê dide gumanbaran. Em di vê pegala ku dijminê zarokan de ye naxwazin yek zarok winda bibe. Ger k udi qetilkirinên zarokên din de cezayên bi bandor bihata dayîn wê îro Narîn bijiya.Ji bo gumanbar cezayên herî giran bibin em ê şopdarê dozê bin û soz didin raya giştî.” Hevşareadrê bajarê mezin yê Amedê Dogan Hatun jî axivî û got ew hem xemgîn hem bi hêrsin û got: “Qetilkirina zarokan bi tu awayî nayê qebûlkirin. Ji ber em xwedî li zarokên xwe derketine li civak axwe derketine civak têk çûye. Em xwedî li zarokên xwe derkevin. Lê kujerên Narînê hatin parastin.”   Hevseroka giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar jî axivî û da zanîn ku li Kurdistanê zarokbûn pir zhemete û got: “19 rojan rayedarên dewletê çi kirin. Çapemeniya alîgir kirin magazîn. Em bi înat li dijî kesên ku dixwazin têkoşîn, nirxên gel parçe bikin bi hev re têkoşînê bimeşînin. Em ê destur nedin Narînên nû.”   Daxuyanî  bi dirûşmeyên ‘neparêze, gumanbaran bigirin’ bidawî bû.