Li Wan û Stenbolê li dijî qetilkirina Narînê bertek: AKP tû yê jî hesab bidî? 2024-09-08 21:16:00   NAVENDA NÛÇEYAN- Li Wan û Stenbolê jinan qetilkirina Narîn Guran protesto kirin û diyar kirin wezîrê dadê dibêje ‘yên bûne sedema vê wê hesab bidin’ û gotin: “Yilmaz Tunç tûyê jî hesab bidî? Omer Çelîk daxuyaniyê dide. Tû yê jî hesa bidî, AKP  tuyê jî hesab bidî.”   Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê der barê Narîn Guran ya 8 salî ku 19 roj şûnde cenazeya wê hat dîtin de meş pêk anîn. Rêxistina DEM Partî ya Wanê û navçeyên wê, hevşaredar, parlamenterên DEM Partî yên Wanê, DBP, TJA  û gelek kes tevli bûn. Girse li ber Perîhan AVM’yê hatin gel hev û pankarta “Ji bo zarokan cîhanek ewle! Ji bo Narînê edelet!” vekirin.  Li ser navê Platformê  hevseroka Egîtîm Sen a Wanê Funda Demîr Bozkurt daxuyanî xwend.   Fundayê da zanîn ku bi hêrs û xemgînî agahiya qetilkirina Narîn3e girtine û got: “Em dîsa hêrs û serhildana xwe li pêş we ne. Cesedê narînê piştî demek dirêj li nêzî mala wê hatiye dîtin. Her tişt rastiyê nîşan dide. Em mirina Narînê ji polîtîkayên dijminê zarokan ya desthilatdariyê cuda nabînin. Ev polîka hêzê didin gumanbaran.  Em soz didin ku em ê şopdarê dozê bin.”   Çalakî bi çalakiya runiştinê ya 5 deqeyan bidawî bû.   Stenbol   Li Stenbolê bi pêşengiya Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin (KCDP) li Kadikoyê li ber Opereya Sureyya daxuyanî hat dayîn. Wêneyên Narînê hatin hildan û pankarta ‘Em ê hesabê Narînê bipirsin’ hat vekirin.   Nunera Federasyona Femînîstên Ciwan Guneş Akşahîn axivî û got : “Bi rojan bû Narî li ku bû. Me ev pirs pirsî. Civakê tiştên ket ser milê wan kirin. Lê desthilatdariyê berpisyariya xwe neanî cih. Wezarî dadê,w ezîrê karê hundir ji bo zarokan çi kir? Bira hat binçavkirin, ap hat girtin. Ger hatibin girtin wê demê bêjin ka we çi dîtiye. Wezaret zarokan, jinan nabîne. Xwîna Narînê li destê we ye.”   ‘Hikûmeta AKP’ê tuyê hesab bidî?’   Sekretera giştî ya KCDP’ê Fîdan Ataselîm got edalet tuneye û wiha got: “Qedexeya weşanê anîn. Biryara veşariyê anîn. Hûn çi vedişêrin. Li pêş we jin û gel heye. wezîrê dadê dibêje ‘yên bûne sedema vê wê hesab bidin’. Yilmaz Tunç tû yê jî hesab bidî? Omer Çelîk daxuyaniyê dide. Tû yê jî hesa bidî, AKP  tuyê jî hesab bidî? Mahînur xanim zarok û jinên vî welatî ne di bin berpirsyariya te de ye?Ji bo te tenê parastina malbatê heye? We digot malbat ha ji we re malbat.”   Piştî çalakiyê dema girse belav dibû du jin hatin binçavkirin û birin qerekola Kadikoyê.