Ji Komîteya Mafê Zarokan a NY’ê biryara dîrokî! 2024-09-06 20:58:50   Elfazî Toral   STENBOL- Ji bo 6 zarokên ku Tirkiyeyê li deriyê sînor yê Haburê tî û birçî dabûn sekinandin serî li Komîsyona Mafê Zarokan a NY’ê hat dayîn. Serlêdan yekemîn serlêdana li dijî Tirkiyeyê li Komîteya Mafê Zarokan a NY’ê hatiye kirin bû. NY’ê serlêdan qebûl kir û ji Tirkiyeyê parastin xwest.   Savaç Çelîk yê li Kop a Muşê dijiya di 2016’an de ji ber sedemên siyasî bi hevjîn û 6 zarokên xwe re koçî Sûriyeyê kiribû.  Di 2022’an ku dixwest biçe Ewropayê li Lubnanê hat binçavkirin û anîn Tirkiyeyê. Savaş Çelîk hat girtin û şandin girtîgeha Tîpa T ya Dumlupinarê. Piştî bav hat girtin dayka zarokan jî ji ber sedemên polîtîk venegeriya û zarok li holê man. Apê zarokan Vasif Çelîk xwest zarokan dîsa bîne Kopê. Di 30’ê tebaxê de ji bo biraziyên xwe D. Ç. (16), Z. Ç. (14), E. Ç. (12)  A. Ç. (9), F. Ç. (10) û F. Ç. (11) bîne Mûşê çû herêma Federal a Kurdsitanê. Vasif ku bi zarokan re vegeriya li deriyê sînor yê Xaburê asê ma. Zarok çar roj û çar şevan birçî hatin sekinandin. Zarok 3’ê îlonê ede li yurda girêdayê wezareta xizmetên malbat û civakî hat bicihkirin.   Birin NY’ê   Hiqûqnasên Navneteweyî û dîroktorê Prîsoners Defenders Asya Kurtuluş Baştîmar û parêzer Şule Recepoglu mijar birin Komîteya Mafê Zarokan a NY’ê dan.   Biryara dîrokî   Komîteya Mafê Zarokan a NY’ê serlêdan qebûl kir û ji bo biryara tedbîrê bide du hefte dem da hikûmetê û parastin xwest.  Her wiha serlêdana şexsî a parêzeran jî qebûl kir û ji hikûmetê heta 6’ê Adara 2025’an parastin xwest.   Parêzer Şule Recepoglu ji ajansa me re axivî û da zanîn ku ev yekemÎn serlêdana li komîteya mafê zarokan hatiye dayînê ye û hatiye qebûlkirinê ye. Şuleyê da zanîn ku got ew dixwazin ev biryar bê belavkirin.