Rapora binpêkirinên li girtîgehên Samsun û Bafrayê hat eşkerekirin 2024-09-06 14:31:13     ENQERE - ÎHD’ê rapora xwe ya têkildarî binpêkirinên li Girtîgeha Tîpa S a Kavakê û Girtîgeha Tîpa T a Bafrayê eşkere kir. ÎHD’ê da zanîn ku lêgerîna tazî û hejmartina ser pêyan li girtiyan tê ferzkirin, tundî, heqaret û muameleya xerab li girtiyan tê kirin û nayên tehliyekirin.   Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê “Rapora Binpêkirinên Mafan ên li Girtîgeha Tîpa S a Kavak/Samsunê û Girtîgeha Tîpa T a Bafrayê” eşkere kir. Rapor li avahiya şaxê hate xwendin. Endama Lijneya Rêveberiya Navendî ya ÎHD’ê Nûray Çevîrmen daxuyanî xwend.    Nûray, anî ziman ku li Girtîgeha Tîpa T a Bafrayê tehliyeya 6 girtiyan ji hêla Lijneya Îdare û Çavdêriyê ve hatine astengkirin. Nûray, wiha domand: “Hat zanîn ku tu girtiyên li vê girtîgehê yên bangî mulakatê kirin dernexistina pêşberî lijneyê. Tehliyeya hemû girtiyan hatiye dirêjkirin û temamiya biryarên lijneyê ji serî heta binî tevek wekî hev e.”    Nûray, da zanîn ku zêdetirî saleke girtî nikarin çalakiyên civakî li dar bixin, salê carekê yan jî du caran ji bo sihbetê tên derxistin, beriya pandemiyê derxistibûn sporê lê belê niha li her odeyê tê ferzkirin ku cuda cuda derkevin sporê lewma girtî dernakevin sporê. Nûray, diyar kir ku ev 3 sal in lêgerîna nava dev li girtiyan tê ferzkirin lewma girtî naçin nexweşxaneyê û mafê wan ê tedawiyê tê astengkirin.    Nûray, binpêkirinên li girtîgehên behsa xeberê wiha rêz kir:    “*Sewqên girtiyan ên nexweşxaneyan tên vehêlandin û li gel vê, tenê mehê carekê girtiyan derdixînin revîrê.    * Di serî de rojnameya Yenî Yaşamê, weşanên demkî hatine qedexekirin. Li ser televîzyonê jî tenê qenalên ku rêveberî destûrê dide tên temaşekirin. Destûr nayê dayin ku qenalên muxalîf bên temaşekirin û Halk TV jî hatiye qedexekirin.    * Bihayê postayê gelek zêde ye, ji ber ku girtî nizanin bê ka nameyên wan ên asayî digihijin cihê xwe yan na, ji neçarî nameyên îadeyî yên bi taahhûd dişînin û ev yek jî ji hêla madî ve girtiyan dide zorê.    * Li kantînê tiştên cuda nînin û gelek bêqelîte ne. Markayên beriya niha qet nehatine bihîstin tên firotin û lêçûnên her girtiyekê yên mehane derdora 4-5 hezar lîreyan e.    * Daxwazên sewqkirinê yên girtiyên malbatên wan dûr in, bi hinceta ‘Kapasîteya wê tije ye’ nayên qebûlkirin. Qawîş wisa hatine çêkirin ku girtî nikarin bi hev re peywendiyan deynin.     * Tehliyeya 6 girtiyan ji hêla Lijneya Îdare û Çavdêriyê ya girtîgehê ve hate astengkirin.    * Di 4’ê Adara 2024’an de ketin odeyên girtiyan, bi rêya îşkenceyê ji odeyan hatin derxistin û piştre li hucreyên yekkesî hatin bicihkirin. Piştre jî nehiştin biçin sporê. Beriya vê bûyerê jî girtî birine atolyeya resman lê belê piştre hemû fealiyetên din hatine qedexekirin.    * Ji girtiyan hatiye xwestin ku qerta nasnameyê bigirin û ji girtiyan re hatiye gotin ku girtiyên qerta nasnameyê negirtin û yên nîşan nedayîn dê nekarin tev li fealiyetan bibin.    * Qerta nasnameyê tenê bi têr nake, divê nasname pê re be, bibin yek rêz, li gorî meşa leşkerî bimeşin. Li girtiyan hatiye ferzkirin ku dema diçin nexweşxane û revîrê jî divê bikevin rêzê û li gorî meşa leşkeran bimeşin. Di dema sewqên nexweşxaneyê de ji girtiyên edlî re fermanên weke ‘Li rastê bizivire! Li çepê bizivire! Li rex dîwarî bimeşe! Devê xwe veke! Benên sola xwe jê ke!’ tên dayin.    * Tedawiya girtiyên nexweşiya wan a dil heye û rewşa wan xetereye hatiye vehêlandin. Her wiha 3 stent xistine heman girtiyê nexweş, piştî xistina stentan dema bi şev dibirin servîsa kardiyolojiyê lê hatiye ferzkirin ku benên sola xwe derxîne, ji ber ku girtî qebûl nekiriye bi darê zorê jê hatine derxistin, li odeya lênihêrîna nexweş gardiyanan bi darê zorê sola wî jê kiriye û ben jê derxistiye, bi hinceta li dijî fermana memûrî derketiye lêpirsîna disiplînê hatiye destpêkirin û piştre jî ceza hatiye dayin.    * Di dema lêgerînê de ji ber lênûskên hatine desteserkirin cezayê hucreyê li girtiyekî hate birîn, ji ber peyva Kurdistanê ya di nava helbestan de cih digire 11 roj cezayê hucreyê lê hate birîn, her wiha di dema lêgerînan de name û lênûskên girtiyan hatine desteserkirin.    * Ji 6’ê Sibatê roja erdhejê heta niha odeyên girtiyan qet nehatine guherandin û daxwaza guherandina odeyê ya girtiyan nehatiye qebûlkirin.    * Mafê jiyana taybet a girtiyan tê binpêkirin, kamerayên bi qasî metreyek û nîv ji banê girtîgehê bilind hatine bicihkirin û ev kamera daşirên girtiyan jî dibînin.     * Hewşa ji bo ziwakirina cil û bergên girtiyan 7 metre ye lê ji bo hilayistina cil û bergan tenê benekê bi qasî metreyekê tê dayin. Girtî neçar dimînin ku cilên xwe li odeyên xwe û li ser kalorîferan raxînin.2   Piştre Hevserokê Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê Omer Faruk Yazmaci axivî, der barê binpêkirinan de encamname û pêşniyarên xwe parve kir. Yazmaci diyar kir ku ev pêkanîn li dijî peymanên neteweyî û navneteweyî ne û destnîşan kir ku li girtîgehan bi awayekî li dijî rûmeta mirovahiyê muameleya xerab li girtiyan tê kirin. Yazici got: "Hat ragihandin ku li girtiyan lêgerîna tazî, jimartina li ser pêya, tundî, heqaret û muameleya xerab hatiye kirin û binpêkirina mafan qewimîne, tedawiya nexweşan hatiye astengkirin, mafê wan ê ragihandinê û agahdarkirinê hatiye astengkirin. Û gelek binpêkirinên mafan ên din qewimîne.”    Omer Yazmaci ji bo ji bo dawî li binpêkirinên mafan bê anîn, ev pêşniyar kirin:    "* Divê nexweşan derxin revîrê, sewqên wan ji bo nexweşxaneyan bil ez bikin. Divê bijîşkên pispor teşhîs, tedavi û kontrolan bikin. Divê tavilê dest ji lêgerîna nava dev û muayenekirina bi kelemçekirî berdin.    * Xwarina têrkirî û bi tenduristî mafê herî bingehîn ê mirovan e. Girtiyên nexweş divê li gorî pêşniyarên bijîşkan dikaribin bixwin û vexwin. Divê rêveberiya girtîgehê xwarinên li gorî nexweşiya diyetê ji bo girtiyan temîn bike.    * Divê astengiyên li pêşiya rojnameyên ku diçin girtîgehê bên rakirin û rojane rojname bidin girtiyan.    * Pêwîste girtî mafên xwe yên civakî bêkêmasî pêk bînin û dawî li astengiya li ser mafên civakî bê anîn. Lazim e destûra saziyên tenduristiyê yên serbixwe bê dayîn ku biçin girtîgehan lêkolîn û kontrole bikin. Divê ji bo kontrolkirina girtîgehan sererastkirinên qanûnî ji bo serdanên saziyên mafan mirovan bên pêkanîn."