SOHR: Di Tebaxê de 178 kes hatin kuştin 2024-09-06 13:48:38       NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî SOHR’ê di meha Tebaxê de 178 kes li herêmên di bin serweriya hikumeta Şamê de hatine kuştin û 125 kes jî hatine revandin.   Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku di meha Tebaxê de 6 jê zarok û 13 jê jin, bi giştî 178 kes li herêmên di bin kontrola hikumeta Şamê de hatine kuştin. SOHR’ê diyar kir wan kesan di bûyerên kuştin, şer, êriş û nakokiyên malbatî de jiyana xwe ji dest daye.   Li gorî SOHR’ê, di heman mehê de li Heleb, Humis, Dera, Siwêda, Şam, Tertûs, Hema, Laziqiye û Dêrazorê (beşa di bin kontrola hikumeta Şamê de) 125 kes hatine revandin.