ROJEVA 6'Ê ÎLONA 2024'AN 2024-09-06 09:00:00     * "Di pespektîfa Rêxistinên Civakî de ya ku di esasa çareseriya şexsî de pêş dikeve, aliyê vê yê tundiyê bi tu awayî nayê rojevê. Ev Rêxistinên Civakî rewşa jinan di şer de, di koçberî û kampan de nabînin û li ser tiştên din disekine. Ji nêrînên negatîf dûr dikeve û li ser hewcedariyên xwe disekinin. Ji bo jin xwe xurt hîs bikin ji emeliyata estetîkê bigirin heta gelek faliyetên din ji aliyê saziyan ve tê teşwîqkirin. " NÎQAŞÊN JINEOLOJIYÊ    * Sekretera Jinan a Egîtîm-Senê Sîmge Yardim diyar kir ku dema nû ya perwerdeyê bi krîza aborî û mufredata yekparêz destpê dike û got: “Ev pêvajoya perwerdeyê bi tunehesibandina mafê zarokan, bi perwedehiyek yekparêz bi krîza aborî destpê dike. Em ê bandora vê di pêvajoya pêş de bibînin.” DÎMEN HEYE   * Hevşredara Peyas a Amedê Gulşen Sîncar da zanîn ku ji roja hatine rêveberiya şaredariyê li gorî daxwaz, nêrîn û pêşniyarên gel xebatan dimeşînin û ji bo bajarekî mirov bikaribin lê bijîn projeyên xwe didomînin. DÎMEN HEYE   * Li gorî bîlançoya tundiya meha tebaxê 31 jin û 5 zarok hatin qetilkirin, 15 jin û 3 zarok bi guman jiyana xwe ji dest dan. ÇETELEYA TUNDIYÊ   *Rojnameger Nûvîn Îsmaîl têkildarî Roja Çapemeniya Azad axivî û got, “Em ê li ser şopa Deniz Firat, Hêro Bahadîn û Gulîstan Tara bimeşin û daxwazên gelê xwe biqîrin. Em ê bi pênûs, axaftin û kamerayên xwe tola hevalên xwe hilînin." BI DÎMEN    *Jinan diyar kirin ku Çapemeniya Azad berpirsyariya ku bibe dengê gelên bindest û hemû civakê girtiye ser xwe û gotin, "Çapemeniya Azad ku bi taybetî têkoşîna jinê bilind dike, dengê tevgera jinê bilind dike û pêşengiyê dike. Kedkarên Çapemeniya Azad ku bi gotinên xwe kevneşopiya Kurdan nîşan didin, dibin dengê me. BI DÎMEN