OHD çû serdana Çapemeniya Azad 2024-09-05 16:25:37       STENBOL - Endamên OHD'ê yên şaxa Stenbolê çû serdana piştevaniyê ya kedkarên Çapemeniya Azad.    Di 23'yê Tebaxê de Tirkiyeyê bi Balafirên Bêmirov (SÎHA) li Silêmanî êrişî wesayetekê kiribû. Di encamê de rojnameger Gulistan Tara û Hêro Bahadîn jiyana xwe ji dest dabûn. Bi vê munasebetê Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) ji bo piştevaniyê çû serdana JINNEWS, Ajansa Mezopotamyayê û Rojnameya Yeni Yaşamê.    Di serdanê de OHD'ê peyam da ku ew ê bi kedkarên Çapemeniya Azad re bibin yek.