Têkildarî Yasaya Rewşa Kesî panelek hat lidarxistin 2024-09-05 14:44:25     NAVENDA NÛÇEYAN - Li dijî hewldanên ji bo guhertina Yasaya Rewşa Kesî, li Zanîngeha Silêmaniyê panelek hate lidarxistin. Di panelê de hate diyarkirin ku ev guhertin wê bandorên nerênî bi xwe bîne û wê pirsgirêkan ji dadgehan re derbixîne.   Li hola Konferansê ya Zanîngeha Silêmaniyê, Koleja Yasaya Zanîngehê têkildarî hewldanên ji bo guhertina Yasaya Rewşa Kesî ya li Iraqê û bandora wê de, ji bo Dadwer Kameran Resul, Dr. Biryar Reşîd, Faruq Ebdula û Bokan Ebubekir, panelek lidarxist.   Di destpêka panelê de Mamostayê Zanîngehê Faruq Ebdula axivî û wiha got: “Ev projeyasa bi awayekî zelal binpêkirina mafê jinan û zarokan taybet binpêkirina destûrên Iraqê ye. Her wiha di egera pêkanîna wê de, wê hinek pirsgirêkên mezin bixe pêşiya dadgehan.”   Dadwer Kameran Resul jî wiha anî ziman: “Yasayên Iraq û Herêma Kurdistanê li ser bingehê yasa û Şerîetê ne. Li gorî ola Îslamê zewaca temenê 9 salî de ne raste û nayê qebûlkirin. Li gorî yasayê her kesê ku li dervey dadgehê zewac bike, yan tê binçavkirin yan jî cezayê darayî lê tê birîn. Lê li gorî vê guhertinê rê tê dayîn ku zilamên olî bikarin peymanên zewacan pêkbînin û dadgeh jî bipejirîne. Ev jî ji lewazbûna serweriya dadgehên Iraqê ye.”   Kameran Resul derbarê encamên vê guhertinê de got: “Gelek xalên Destûra Bingehîn binpê dike, rola desthilata dadweriyê pûç dike û rê dide ku pêkanîner (îcrakar) destwerdana xebatên wê bike. Ji bilî vê jî ev yek binpêkirina peyman û lihevkirinên navneteweyî yên mafên mirovane ku ew (Iraq) îmzekarê wane.”   Parlamenterê Iraqê Biryar Reşîd jî di panelê de axivî û wiha pê de çû: “Şîe bi giranî alîgirê guhertinê ne, Sunnî jî neçarin ku di berdêla yasaya efûya giştî qebûl bikin. Ji ber ku niha pêwîstiya Sunneyan bi vê yasayê heye. Encama herî xirab ya vê yasayê ewe ku dubendiyek mezin di nav civakên Iraqê den wê çêbike. Her wiha kesan teşwîq dike ku Yasaya Rewşa Kesî li gorî olê xwe bicîh bînin.”   Hêjayî gotinêye pêşniyazkirina jinûve sererastkirina Yasaya Rewşa Kesî ya hejmar 188’an ya sala 1959’an dê jinan ji mîras, mafê dayiktiyê û xwedîkirina zarokan bêpar bike. Her wiha wê rê were dayîn ku zarokên keç di temenê 9 salî de û kur jî di temenê 15 salî de bên zewicandin. Di 4’ê Tebaxê de Parlamentoya Iraqê yekem runiştina derbarê guhertina yasayê de lidarxist. Parêzer, parlamenter, çalakvan û piraniya beşên civakê vê sererastkirinê weke binpêkirina mafên jin û zarokan dinirxînin.   Her wiha di 3’ê Îlonê de Parlementoya Iraqê civiya, dihat payîn ku runiştina duyemîn li ser pêşniyara guhertina Yasaya Rewşa Kesî ya Iraqê bê kirin. Lê ji ber nerazîbûna beşek ji parlementerên Sune, Kurd û Şie hejmara yasayî ya civînê temam nebû û civîn hat paşxistin.