Li Mexmûrê Navenda Çand û Hunerê û Stêra Zêrîn konserek dan 2024-09-05 11:19:13       NAVENDA NÛÇEYAN - Xwendevanên Navenda Çand û Hunerê û Navenda Stêra Zêrîn a Wargeha Mexmûrê ku ev sê mehin dewreyek a perwerdeya estrumanan dabûn destpêkin, bi konserekî berhemên xwe pêşkêş kirin.   Xwendevanên Navenda Çand û Hunerê û Navenda Stêra Zêrîn a Wargeha Mexmûrê ku ev sê mehin dewreyek a perwerdeya estrumanan dabûn destpêkin, bi konserekî berhemên xwe pêşkêş kirin.   Bi kombûna hemû xwendevanên Navenda Çand û Hunerê û yên Navenda Stêra Zêrîn a li parka Şehîd Aryen Cûdî dest bi konsera xwe kirin.   Armanca pêşkêşkirina vê konserê şermezarkirina êrişên li ser çand û hunera Kurdî, êrişên li ser gelê Kurd û tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e. Ev konser diyarî Abdullah Ocalan hat kirin.