Ji şaredariya bajarê mezin a Wanê ji bo jinan projeya nû 2024-09-05 09:03:47       WAN - Endama Meclîsa Şaredariyê Evîn Karahan der barê projeya nû ya şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya derbarê hilberîna berhemên hîjyenê de axivî û got: “Armanca esas a projeya me, jinên hewcedariya wan hene dema bixwazin bikarin xwe bigihînin pedên hîjyenîk.”   Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê derbarê xebatên jinan de projeyek nû xistin jiyanê. Şaredarî xwe amade dike ku hewcedariyên jinan yên wekê bincil û pedan hilberîne û wê ji sedî sed berhemên hîjyenîk ên ji pemû û lîfên xwezayî pêk tên hilberînin. Bi projeyê tê armanckirin ku piştgiriya ji bo tenduristiya jinan bê kirin û di alî aborî de piştgiriya jinan bê kirin. Di çarçoveya projeyê de atolye wê bên avakirin û heta atolye bikevin faliyetê wê berhemên hîjyenê yên jinan ji aliyê şaredariyê ve bê pere bên belavkirin.   Endama Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Evîn Karahan der barê projeyê de axivî.   Derbarê jinan de proje   Evînê daxuyakirin ku piştî 8 sal pêvajoya qeyûman şûnde di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê de şaredariya bajarê mezin û 13 şaredariyên navçeyê hemû hatine girtin û şaredarî ji nûve ji xizmeta gel re vekirine. Evînê wiha got: “Rêveberiya qeyûm qadên jiyana jinan texrîb kiribûn. Qeyûman ewil navenda jiyanê ya jinan girt. Ji ber vê jî me Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ewil îmze avêt xebat û projeyên jinan. Projeya me ya ewil hilberandina pedên hîjyenîk û bincilkane. Ev berhemên wê ji sedî sed ji pembu û lîfên xwezayî pêk bên wê tewşîqê piştgiriya tenduristiya jinan û aboriya herêmî bike.”   ‘Armanc ev e ku jin xwe bigihînin pedên hîjyenîk’   Evînê destnîşan kir ku heta atoye bên avakirin wê alavên hîjyenîk belav bikin û wiha dawî lê anî: “Jin dema bixwazin nikarin xwe bigihînin alavên hîjyenîk. Ji ber vê armanca projeya me ev e ku jinên xwedî hewcedarî xwe dema bixwazin bikaribin xwe bigihînin pedên hîjyenîk. Em gelek nizanin pedên ku em bikartînin çawa tên amadekirin. Em nizanin çi made têde ne. Ji ber vê  em wek şaredarî wê  berhemên pembû û ji lîfên xwezayî çêdibin hilbrînin. Wê jin bikaribin xwe bigihînin van berheman. Ez projeyek pir xweşe. Projeyek ku piştgiriyê dide tenduristiya me ye.”