Çalakiya ‘deng bide azadiyê’:Dawî li pêkanînên dijdemokratîk bînin 2024-09-04 20:20:34   EDENE - Di çalakiya ‘Deng bide azadiyê ’ku li ber Girtîgeha Kurkçuler a Edeneyê hat lidarxistin de bal kişandin ser tecrîda Îmraliyê û hat xwestin ku dawî li pêkanînên dijdemokratîk bên anîn.   Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’ ku xizmên girtiyan di çarçoveya ‘Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Demokratîk’ li dar dixin, li Edeneyê dewam kir.   Di pêşengiya xizmên girtiyan de bi tevlibûna partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên civakî li ber Kampusa Girtîgeha Kurkçuler a Edeneyê daxuyanî hate dayîn. Dayikên Aştiyê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Edeneyê û rêveberên Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirin re ya Akdenîzê (AYKAY-DER) tevlî çalakiyê bûn.