Ji Komîteya Amadekar bang: Em beşdarî Meşa Dirêj bibin 2024-09-04 16:03:02     NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo Meşa Dirêj a ku wê 15-20’ê Îlonê li Elmanyayê were lidarxistin, bang didomin. Komîteya Amadekar banga tevlîbûna meşê kir.   Xebatên çalakiya “Meşa Dirêj” a ku her sal ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê lidarxistin, destpê kirin. Guzergeha îsal a Meşa Dirêj, di navbera bajarên Bielefeld û Duisburg ên eyaleta Bakurê Ren-Vestfalya (NRW) a Elmanyayê de ye.   Meşa Dirêj wê bi şîara “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” 15’ê Îlonê bi paneleke têkildarî “Rêber Apo û Ciwan” destpê bike.   Ciwan wê li eyaleta NRW’ê di navbera 16’ê Îlon û 20’ê Îlonê de her rojê li bajarên cuda meş lidar bixin. Ciwanên Kurd û enternasyonalîst wê li bajarên Bielefeld, Hamm, Dortmund, Essen û Duisburg ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan li qadan bin.   Çalakî wê ji her devera Elmanyayê ciwanên Kurd û enternasyonalîst bîne ba hev. Komîteya Amadekar a ku ji bo çalakiyên xebatên xwe yên dawî dike, dîmeneke bangê li ser hesabên xwe yên medyaya dîjîtal parve kir.   Dîmenê bangê bi Kurdî, Tirkî, Elmanî, Fransî, Îtalyanî û Îngilizî hate weşandin. Di dîmen de bi berfirehî têkildarî guzergaha çalakiyê, hûrgûlî jî hatin dayîn.   Banga Komîteya Amadekar a Meşa Dirêj bi vî rengî ye:   “Di çalakiya me ya Meşa Dirêj de daxwaza me ya esas azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Ji aliyê rejîma dewleta Tirk a mêtinger û AKP-MHP’ê ve di şexsê Rêbertiya me de li ser gelê me tecrîd û qirkirin tê ferzkirin. Li Kurdistanê êrîşên dagirkerî û qirkirinê, li Bakur û Başûr jî li dijî gelê me û şervanên bi wêrek konsepta îmhayê di dewreyê de ye. Weke ciwanên Kurd em vê konsepta îmhayê nas nakin, çawa hevrêyên me li dijî vê konseptê li Avaşîn, Metîna û Zapê li dijî faşîzma Tirk têdikoşin, em jî wê ji bo pêkanîna xeyala xwe ya azadkirina Rêber Apo û li Kurdistanê hatina ba hev, têkoşînê bidomînin. Li ser vî bingehî em bang li hemû ciwanên Kurd ên li Ewropayê dijîn dikin ku bila bi ruhê seferberiyê beşdarî çalakiya me ya Meşa Dirêj a bi şîara ‘Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî’, bibin.”