Lêgerîna ji bo Narînê li goristanê dewam dike 2024-09-04 14:17:27     AMED – Xebatên ji bo lêgerîna Narîn Guran li goristana gund dewam dike. Apê Narînê jî ji ber sûcê "kuştinê" hat girtin.    Narîn Guran a 8 salî ya di 21'ê Tebaxê de li bejahiya Navçeya Çulî  ya navçeya Rezan a Amedê winda bû, hê nehatiye dîtin. Di çarçoveya lêpirsîna windakirina Narînê de apê wê Salim Guran ê di 2'ê Îlonê de hatibû binçavkirin, ji ber sûcên "kuştina bi qestî" û "desthilatdariyê" hat girtin.   Li gundê ku lê bêdengiyek serdest e, îro li goristana taxê bi alava dîmenên binê erdê nîşan dide, lêgerîn hat kirin. Her wiha lêgerîna li wesayîtên dikevin taxê û derdikevin jî dewam dike.