ROJEVA 4'Ê ÎLONA 2024'AN 2024-09-04 09:00:00     *Aktîvîsta TJA'yê Dîdem Nur Acabey, "Xwendinên Azadiyê" yên ku hatin kirin wekî yek ji pêngavên veguhestina  zîhniyetê pênase kir û got, "Dema em têkoşînê berfireh bikin, em ê bigihin guhertin û veguhestina zîhniyetê." DÎMEN HEYE   *Parêzer Hatîce Kurt di rapora ku Buroya Penaberiyê ya Fînlandiyayê ama dekiriye, 12 jinên li Tirkiyeyê di bin çavan de destdirêjî lê hatine kirin û ducanî mane, anî rojevê. Hatîceyê da zanîn ku piştî raportaja daye gelek jinî bi heman îdiayan xwe gîhandine wê û wiha got: “Ji bo kesên ku hîn xesas û bi taybet nêzî vê bûn agahiyên hîn zelal hatin. Beşek ji van jinên mexdûr xwestin biaxivin.”   *Jinan bertek nîşanî qetilkirinên jinan ên her diçin zêde dibin dan û diyar kirin ku qetilkirina jinan êrîşeke li hember azadî û nirxan e. Jinan got li dijî van qetiklirinan divê seknek rêxistinkirî hebe. DÎMEN HEYE   *Me bandora krîza aborî ya her  diçe giran dibe ji jinan pirsî û jinan gotin: “Berê me 20 TL dianî bazarê. Em hemû dizanin sedema krîzê kî ye. Sedema vê krîzê serokomar e.” DÎMEN HEYE