Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê konferansa xwe li dar xist 2024-09-03 20:30:57   NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê bi dirûşmeya ‘Têkoşîna me şoreşa jinan û avakirina Sûriya demokratîk e’ 2’emîn Konferansa xwe li dar xist.   Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê li ser dika Şehîd Musena Ebdulkerîm a Navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê konferansa xwe ya 2’emîn li dar xist. Di konferansê de bi sedan nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, deste û meclisên wê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn - Jin, endamên Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya kantonê û endamên Meclisa Jinan a Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê beşdar bûn.   Di serî de berdevka Meclisa Jinan a partiyê ya Tebqayê Nadye Mihemed rola partiyê di rêxistinkirina jinan û yekirina nasnameya wan de anî ser ziman û got: "Rêxistinkirina jinan em gihandin asta beşdariya di hemû qadên leşkerî, civakî, aborî û siyasî. Em bi vî awayî hewl didin rola xwe di Sûriyeya pêşerojê de bilîzin, edaleta civakî û wekheviyê pêk bînin. Bi yekitiya xwe û şopandina rêya şehîdan em ê armancên xwe bi dest bixin."   Endama Meclisa Giştî ya partiyê Fatme El Salih perspektîfên siyasî û rêxistinî yên Meclisa Jinan a partiyê xwendin.Di perspektîfan de hat destnîşankirin ku piştî 4 salan ji damezirandina Meclisa Jinan a Giştî, jinan xwe di meclisan de bi rêxistin kir û roleke girîng di şer de lîstin. Her wiha wan nirxên meclisê û makanîzmaya wê bi rêya kordîne, perwerde û têkiliyê da rûniştandin û rêxistineke xurtir bi dest xist.   Piştre rapora rewşa rêxistinî hat xwendin û nîqaşkirin, her wiha rêbazên pêşxistina rewşa siyasî ya jinan hatin nîqaşkirin.   Her wiha  17 endamên Meclisa Jinan a partiyê hatin hilbijartin, ji wan berdevka meclisê Muna El Dalî û cîgira wê Hind El Ebûd hatin diyarkirin.Di dawiya konferansê de encamnameyek hat ragîhandin. Di encamnameyê de girîngî ji bo zêdekirina perwerdeyên siyasî ji bo jinan, zêdekirina atolyeyan, zêdekirina civînên girseyî li gorî geşedanên siyasî û pêşxistina rola jinan di nav partiyên siyasî de nexasim Partiya Sûriya Pêşeroj, hat dayîn.