Rejîma Îranê 8 meh ceza li Hetaw Ekremî birî 2024-09-03 14:16:15       NAVENDA NÛÇEYAN - Rejîma Îranê bi behaneya ‘alîkarî daye hizbek muxalefetê ya Rojhilatê Kurdistanê’ 8 meh cezayê girtîgehê li jina Kurd a bi navê Hetaw Ekremî birî.    Rêxistina Mafê Mirov a Rojhilatê Kurdistanê ragihand jina bi navê Hetaw Ekremî (32) ya xelkê Bokanê, ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatiye binçavkirin.   Her wiha diyarkir ku bi behaneya ‘Alîkarî daye hizbeke muxalefetê ya Rojhilatê Kurdistanê’ dadgeha Bokanê 8 meh ceza li Hetaw Ekremî biriye.   Rêxistina Mafê Mirov a Rojhilatê Kurdistanê eşkere kir ku piştre cezayê girtîgehê hatiye veguhertin ji bo cezayê pere û dosya wê ji bo lêkolînkirinê şandine Dadgeha Şoreşê ya Urmiyê.   Hate diyarkirin ku di dema serdegirtina mala Hetaw Ekremî ya li gundê Îngice ya ser bi Bokanê de hêzên rejîmê tûnditijî li berambeî Hetawê kirine û wê wisan binçavkirine.   Beriya niha jî Hetaw Ekrem hatibû binçavkirin û piştî 25 rojan bi dayîna 6 milyar Tûmenê Îranê hatibû berdan.