Ji bo apê Narîn Guranê daxwaza girtinê 2024-09-02 15:32:57   AMED - Apê Narîn Guran a 8 salî ya winda ye, Samî Guran, bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Ceza ya Sulhê hate kirin.    Narîn Guran a 8 salî li gundê Çûlî yê bi ser navçeya Rezana Amedê ve ji 21’ê tebaxê ve winda ye. Xebata lêgerîna dîtina Narînê û lêpirsîna der barê wê de hatiye destpêkirin, berdewam dikin. Apê Narînê yê ku keyayê gund e Samî Guran ku hatibû binçavkirin piştî karûbarên li midûriyeta polîsan, birin edliyeyê.   Samî Guran ê li vir îfadeya wî ya dozgeriyê hate wergirtin, bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Ceza ya Sulhê hate kirin.