Jinan bi boneya damezrandina Rêveberiya Xweser daxuyanî dan 2024-08-31 18:33:21   NAVENDA NÛÇEYAN - Komîteya Kombûna Jinan a Zenûbiya bi boneya nêzîkbûna salvegera damezrandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyek li dar xist.   Bi boneya nêzîkbûna salvegera damezrandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ku dikeve 6ˊê Îlonê, Komîteya Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Dêrazorê çalakiyek li dar xist. Di çalakiyê de bi dehan jin, zarok, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Dêrazorê, partiyên siyasî, endamên Kombûna Jinan a Zenûbiya û Yekitiya Jinên Ciwan beşdar bûn.   Di çalakiyê de peyamên bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û kulîlk berdan çemê Firatê.   Endama Komîteya Perwerdê ya bajarokê Kîsa Sena El Muhsin peyamek ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan xwend û wiha hat got:"Ji bo Rêberê mirovahiyê, Rêber neteweya demokratîk, te tîna jinan avda û ber bi azadiyê ve bir û li pêş wê bi fikir û felsefeya xwe ya mezin rêçên ji kulîlkan nexşe kir. Te civak, bi taybet jin, ji qeydên koletî û zilmê rizgar kir.Ey serokê û pêşengê min, te ji me re edil û wekhevî anî. Em pir deyndarê te ne. Em tevgerên jinan li Dêrazorê û Kombûna Jinan a Zenûbiya soz didin ku em ê li ser fikra te ya ber bi azadî û aştiyê ve bimeşin."   Jinên beşdar jî diyar kir ku ew ê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan têkoşînê dewam bikin.   Çalakî bi berdana peyam û kulîlkan li nava çemê Firatê û diruşmên ˊBijî berxwedana jinanˊ ûˊJi bo Rêber Abdullah Ocalan azadîˊ bi dawî bû.