SKM derbarê şîdetê de daxuyanî da 2024-08-31 16:29:04   STENBOL - SKM'ê ji bo balê bikişîne ser şîdetê di ferîbota Kadikoyê de çalakiyek li dar xist. Çalakî ji aliyê welatiyan ve gelekî bal kişand.   Meclîsa Jinan a Sosyalîst (SKM), derbarê şîdat li hemberî jinan û qetilkirina jinan di ferîbota Kadikoya Stenbolê çalakiyek li dar xist. Di çalakiyê de dowîzên ekî “Li wî welatî qetlîam heye", "Mêr dikuje, dewlet diparêze" û "Ne edaleta mêr, edaleta rasteqîn" hat vekirin.   Berdevka SKM'ê ya Stenbolê Leyla Can axivî û bal kişand ser rewşa jinan a li Tirkiyeyê û polîtîkayên hikûmetê û got: "Li wî welatî tenê di meha tebaxê de 38 jin hatin qetilkirin. Ev yek ji ber polîtîkayên îktîdarê pêk tê. Em her li dijî daraza ku kiryara diparêze derkevin. Em ê têkoşîna xwe mezin bikin û li her derê bertekên xwe bînin ziman."   Çalakî ji aliyê welatiyan ve gelekî bal kişand.