ROJEVA 31'Ê TEBAXA 2024'AN 2024-08-31 09:00:00     * Ber bi 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ve jinên Wanê axivîn û peyamên wekê "Aştî ne mijara gotinê ye. Em di hawira şer de ne. Em şer naxwazin. Şer herî zêde bandorê li jin û zarokan dike" dan. DÎMEN HEYE   * Di çarçoveya kampanya ‘Nan û Edelet’ ya ku DEM Partî dimeşîn de hevdîtin pêk tên. Hevseroka DEM Partiyê ya Îzmîrê Vezan Karabulut der barê hevdîtinan de axivî û got ev kampanya li dijî xizanî û bêdadiyê ji bo çareseriyê tê meşandin. Vezanê got ku li dijî pirsgirêkan pêkhatina yekitiyê gelek girîng e. DÎMENE HEYE   * Tecrîda li Îmraliyê her diçe giran dibe, ji 2019’an heta niha 858 serlêdanên parêzeran û 275 jî ya malbat û vasiyan pêk hatiye lê bi hinceta "Cezayên dîsîplînê" bê bersiv hatine hiştin.   *Rêvebera Ofîsa Perwerdeyê ya bajarê Helebê Suad Hesen têkildarî 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê nirxandin kir. Suadê bal kişand ser girîngiya vê rojê û tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha got:"Em hêvî dikin 1'ê Îlonê ji bo hemû gelên bindest bibe wesîleya aştiyê û bidawîkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan. Çimkî tecrîd dijbertiya li hemberî aştiyê ye." BI DÎMEN    * Li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê Y.A û E.A ku wek ebe dixebitîn, li D.B (42) ku ji bo emeyat bibe li nexweşaneyê bi gotinên wekê "Em te fêm nakin vala neaxive. Ya Tirkî biaxive yan jî qet neaxive" nêzîkatiye nîjadperest pêk anîn.   *Li Hîndîstanê Aktîvîsta mafê mirovan Asma Nasser ji bo têkoşîna jinê banga yekitiyê kir û got: “Tevgerên jinan  an jî rêxistinên jinan ji tiştên din yên li cîhanê diqewimin serbixwe nikarin hebin. Ji ber vê em tên gel hev û bi hev re têdikoşin.” BI DÎMEN