Jinan ji bo Mîtînga Aştiyê banga tevlibûnê kir 2024-08-30 09:03:52     WAN - Jinan ji bo Mîtînga Aştiyê ya ku di 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de dê bê lidarxistin banga tevlibûnê kirin. Jinên ku banga tevlibûna mîtîngê kirin bal kişandin ser girîngiya aştiyê ji bo jiyaneke bi rûmet û azad.   Bi minasebeta 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê wê li Parka Musa Anter Mîtînga Aştiyê bê lidarxistin. Jinan ku diyar kirin ew ê careke din ji qadan banga aştiyê bikin gotin ku ew bi taybetî li benda tevlibûna jinan e û gotin ku ew di aştiyê de bi israr in.    'Berpirsiyariya aştiyê herka herkesî ye'   Hevseroka  Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM) a Wanê Gulşen Kurt, diyar kir ku bi salan e li dijî polîtîkayên desthilatdarî û monîst ên zihniyeta mêrperest têkoşîn tê meşandin. Gulşenê anî ziman ku ew roj bi roj têkoşînê mezin dikin û got, “Em li dijî polîtîkayên xitimandinê yên welat hem di aliyê aborî de, hem jî li dijî bêkarî, xizanî, qetlîamên jinan û talankirina xwezayê têdikoşin. Weke jin di serî de ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêbazên demokratîk û rakirina tecrîdê di zûtirîn demê de em li her qadê û li her derê têkoşîna xwe didomînin. Di vê çarçoveyê de em ji hemû gelê xwe hêvî dikin ku di 1'ê Îlonê de ji bo parastina aştiyê dakevin qadan, da ku aştî di zûtirîn demê de were van xakan. Aşitiya li van xakan berpirsiyariya her kesî ye, ne tenê ya gelê Kurd e. Divê hemû gelên Tirkiyeyê aştiyê  biparêzin. Em li benda hemû gelê Wanê û komên hestiyar in ku bên tevli Mîtînga Aştiyê ya ku dê di 1’ê Îlonê de li Parka Musa Anter a Wanê bê lidarxistin bibin.   'Jin di aştiyê de israr dikin'   Çalakvana Tevgera Jinên Azad (TJA) Xecê Oktay jî got ku ew di aştiyê de israr dikin û wiha berdwam kir, "Aştî tenê ne rawestandina şer e aştî di heman demê de daxwaza jiyaneke bi rûmet e û înşakirina pêşerojeke azad e. Em jin dengê xwe li dijî şer bilind dikin ji ber ku ku em aştiyê dixwazin. Em li benda hemû jinan e ku di 1'ê Îlonê de bên li Parka Musa Anter tevli mîtîngê bibin."   'Em ê li qadên girîngiya aştiyê bînin ziman'   Hevseroka Navçeya Rêya Armûşê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Wanê Dîlan Çelîk bal kişand ser girîngiya aştiyê ji bo jiyaneke bi rûmet, wekhev, azad û demokratîk û got, “Ji bo careke din girîngiya aştiyê bi bîr bînin,  em di 1’ê Îlonê  Roja Aştiyê ya Cîhanê de saet di 17.00’an li Parka Musa Anter li benda hemû gelê xwe bi taybet jin û ciwan e ku tevli mîtîngê bibin."