ROJEVA 30'YÊ TEBAXA 2024'AN 2024-08-30 09:00:00     * Hevseroka KCDK-E Zubeyde Zumrut diyar kir ku ew ê 31'ê Tebaxê Roja Aştiyê ya Cîhanê li Berlînê roja aştiyê bi mîtîngekê pêşwazî bikin û bernameya çalakiya di dema pêş de eşkere kir.   * "Sîstema ku têkiliyên kurd-ereb û hemû gelên herêmê bi ziman û çanda xwe ava bikin, wê hemû planên herêmê têk bibe. Jinên ereb ên ku destkeftiyên şoreşa jinê weke temînata daxwaz û lêgerînên xwe dibînin, ji mêran bihêztir xwedîderketina li vê sîstemê ne. Pirsa sereke ya jinên ji welatên cuda yên herêmê ev e, "Li van xakên ku olperestî, eşîrtî û kapîtalîzm lê serdest in, we çawa ewqas guhertin çêkir?" pirs e. Bi wê yekê ku guherîn mumkin e û ev guherîn ji nirxên van axan tê, bingehek xurt heye." JI NÎQAŞÊN JINEOLOJIYÊ    * Jinan ji bo Mîtînga Aştiyê ya ku di 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de dê bê lidarxistin banga tevlibûnê kirin. Jinên ku banga tevlibûna mîtîngê kirin bal kişandin ser girîngiya aştiyê ji bo jiyaneke bi rûmet û azad. DÎMEN HEYE   * Jinê li Helebê têkildarî 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê bi lêv kir ku ew li dijî şer her tim têkoşîna jiyanê didin her wiha li dijî şer aştiyê dixwazin û wiha gotin:"Em bi aştiyê re ne. Em dixwazin projeya me ya aştiyê li cîhanê belav bibe. Em dixwazin li cîhanê aştî belav bibe, ne dijminatiya li hemberî Gelê Kurd." BI DÎMEN    * Jinên kurd ên li Başûr, Bakur û Rojava wiha bersiv dan pirsa hûn aştiyeke çawa dixwazin: "Heke em di nav Kurdistaneke azad û cîhaneke azad de bi Rêber Apo re bi azad nejîn dê aştî pêk neyê.” BI DÎMEN    *Jinan bertek nîşanî qetilkirina rojnameger Gulîstan Tara û Hêro Bahadîn dan û bal kişandin ser rola PDK’ê ya di van komkujiyan de û diyar kirin ku bi taybetî jin û rojnameger bûne hedef. DÎMEN HEYE