Xwaringeha Gel dest bi xizmetê kir 2024-08-29 21:46:06   AMED - Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, Xwaringeha Gel vekir.   Xwaringeha Gel a ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ve ji bo xwarinên erzan, paqij, xweş û pêbawer pêşkêşî xelkê bajêr bike, dest bi xizmetê kir. Li Xwaringeha Gel a ku ji bilî yekşemê her roj saet di navbera 12.00-17.00an de vekirî ye, wê bi 70 TL’yî firavîna bi 4-xwarin bê dayîn. Xwaringeha Gel a ku bi taybetî xwendekar û xwendekarên kêm-dahat wekî muxatab tê hesibandin, wê nava rojê xizmeta hezar kesî bike.   Bernameya vekirinê   Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, Wekîla Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê (DEM) Adalet Kaya, şaredarên Kayapinar û Yenîşehîrê, DEM Partî û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) beşdarî vekirina xwaringeha Gel a ku li Kolana Hunerê ya navçeya Yenîşehîrê bûn.   Herweha Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Emrullah Gorduk, Alîkarên Sekreterê Giştî Zerrîn Turk, Reşat Bakan, Ozgur Yildiz û Aziz Ozdogan, endamên meclîsê, serokên daîreyan û welatî di bernameyê de amade bûn.   'Ji bo gihîştina xwarina saxlem gava yekem'   Hevşaredar Serra Bucak di axaftina xwe ya vekirinê de diyar kir ku ji 31'ê Adarê û vir ve bi lez û bez xebatên xizmetguzariyê yên bajêr dimeşînin. Hevşaredar Sera got, "Em hêvîdar in ku ev ji bo gelê Ofîsê û esnafên me bi kêr were. Wê bibe yekem, em dikarin berdewam bikin. Xebatên me yên ji bo vê yekê dê bidomin. Feqîrî û zehmetiyên aborî hene, ev bû gava yekem ji bo bidestxistina xwarina saxlem."   'Divê xwarina erzan bê dayîn'   Hevşaredar Dogan Hatun diyar kir ku ji 31'ê Adarê û vir ve li şaredariyên ji qeyûm hatine girtin, bi gelek pirsgirêkan re têdikoşin. Hatun got, "Em ji bo hewcedariyên gelê xwe xebatên xwe didomînin" û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Weke hûn jî dizanin krîza aborî heye. Gelek kes nikarin zikê xwe têr bikin û li malê xwarinê çêdikin. Gihîştina xwarineke hem tendurist û hem jî erzan. Divê xwarina erzan bi dest bikeve. Wek xwaringeha gel ya ku me vekir, bibe cihê xelkê feqîr."   Xwaringeha Gel hate vekirin   Piştî axaftinan Hevşaredar Sera û Dogan bi beşdaran re korda vekirinê birîn. Hevşaredaran xwarin li welatiyan belav kir û piştre li Xwaringeha Gel bi gel re şîv xwarin.