Dîrektora CFWIJ'ê: Ji bo lêkolînkirina komkujiyê name ji NY’ê re hat şandin 2024-08-29 09:03:25     Melek Avci   ENQERE - Dîrektora CFWIJ’ê Kîran Nazîsh, diyar kir ku rojnamegerên hatine qetilkirin ji aliyê Tirkiyeyê ve bi zanebûn hedef hatine girtin û got ji bo lêkolîn bê kirin name ji NY’ê re şandine. Kîranê her wiha daxuyakirin ku zirardayîna rojnamegeran sûcê şer e.   Tirkiyeyê di 23’yê Tebaxê de li navçeya Seyîdsadiq a girêdayî Silêmaniyê ya Herêma Kurdistanê bi SÎHA’yê êrişî wesayîta ku rojnamevan tê de bûn kir û Gulistan Tara û Hêro Bahadîn qetil kir. Der barê qetilkirina rojnamegeran de ji gelek aliyan bertek hat nîşandan û balkişandin ser hevkariya bi PDK’ê re. Dîrektora CFWIJ Women Press Freedom (Koalîasyona Rojnamegerên Jin) Kîran Nazîsh êrîşa li hember rojnamegeran nirxand.   ‘Ev êrîş cara ewil pêk nayê’   Kîranê da zanîn ku qetilkirina rojnamegerên jin bi êrîşên Tirkiyeyê yên Kurdistanê re raste rast eleqeder e û got ev cara yekemîn pêk nayên. Kîranê wiha anî ziman: “Ev êrîşeke li dijî civaka Kurd pêk tê ye. Rojnameger çavdêrên objektîf ên rastîn ên qadê ne. CFWIJ dema qetilkirina Gulîstan Tara û Hêro bihîstine pir xemgîn bûne. Ev cara yekem pêk nayê. Rojnamegerên Kurd ên Tirkiyeyê bi salan e zextan dibînin. Di demên aloziya siyasî, hewldana darbe, erdhej û karasetan de her tim bi awayekî organîzekirî çapemeniya Kurd û rojnameger tên çewisandin. Bi dehezaran rojnamegerên jin bû vesîleya ku em êrîşên li hember azadiya çapemeniyê bikin belge.”   ‘Bi sûcdariya terorîzmê hedef digirin’   Kîranê daxuyakirin ku rojnamegerên jin ên Kurd bi hincetên vala bi êrîşan re tên rû hev û wiha bi lêv kir: “Azadiya Çepemeniya Jinê 5 sal in hewl dide zext, girtin, binçavirin û êrîşên li ser gel derxe holê. Ji 2009’an heta niha çapemeniya azadiya Kurd bi sûcdariyên terorîzmê hedef tên girtin. Rojnamegera Kurd Dîcle Muftuoglu ji 2020’î heta niha gelek caran hat binçavkirin. Di demek nêz de Bêrîvan Altan, Oznur Deger, Dîren Yurtsever, Zemo Aggoz ceza lê hatin birîn.”   ‘Hîmê newekheviyê tundî ye’   Kîranê anî ziman ku rojnameger ji aliyê Tirkiyeyê ve bi qestî hedef tên girtin û got: “Women Press Freedom van biryarên mahkumiyetê şermezar dike. Li Tirkiyeyê dema erdhejê de rojnamegerên Kurd bi pêkanînên cuda re hatin rû hev. Bi ser malên wan de hatin girtin, alavên wan hatin desteserkirin. Piranî hatin lêpirsînkirin. Pêşî li xebatên wan hatin girtin. Hîmê newekheviyê bêguman tundî ye.”   ‘Qetilkirin sûcê şer e’   Kîranê di berdewamiyê de destnîşan kir ku rola rojnamegerên di eniya pêş a civaka Kurd de gelek girîng e û wiha anî ziman: “Li başûrê Tirkiyeyê û Bakurê Iraqê li herêma Kurdan pevçûn û zexta dewletên biyanî hene. Li van herêman hewcedarî bi rojnamegerên objektîf jî heye. Civaka navneteweyî ji bo ev rojnamegerên jin bi awayekî ewle bixebitin û mafê wan neyê binpêkirin, divê zêdetir mudaxîl bibin. Li qadên şer rola rojnamegeran girîng e. Ger zirar bigihêje wan ev sûcê mirovahiyê ye.”   Ji bo NY’ê name   Kîranê wiha dawî lê anî: “Mixabin di encama komkujiyê de hêviya me tune ye ku li Tirkiyeyê cezayek bê birîn. Di mijara hesab pirsînê de qada navneteweyî gav navêtiye. Ya îdeal divê Tirkiye bê lêpirsînkirin. Me ji Sekterê Giştî yê NY’ê re nameyek şand û me got divê êrîşa hewayî ya bûye sedema mirina du rojnamegeran bê lêpirsînkirin.”