ROJEVA 29'Ê TEBAXA 2024'AN 2024-08-29 09:00:00     * Hevşaredara Rezan Leyla Ayaz da zanîn ku der barê qirêjiya derdorê ya Rezanê de xebatên berfireh dimeşînin û got: “Ev bajar ya me hemûyan e. Tenduristiya her kesî di bin berpirsyariya me de ye. Em ji gelê xwe jî vê hestiyariyê dipên.” BI DÎMEN    * Dîrektora CFWIJ’ê Kîran Nazîsh, diyar kir ku rojnamegerên hatine qetilkirin ji aliyê Tirkiyeyê ve bi zanebûn hedef hatine girtin û got ji bo lêkolîn bê kirin name ji NY’ê re şandine. Kîranê her wiha daxuyakirin ku zirardayîna rojnamegeran sûcê şer e.   * Hevseroka ÎHD’a Îzmîrê Zîlan Gumuş der barê binpêkirina mafan de axivî û da zanîn ku tecrîda li Îmraliyê bandor li hemû girtîgehan kiriye û divê li dijî vê deng bê derxistin. Zîlanê got ji bo aştiyek emayîn de divê dawî li tecrîdê bê anîn. BI DÎMEN    *Dayikên Aştiyê bi wesîleya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ev peyam dan: “Em sedsal jî şer bikin wê Dewleta Tirk bi me re ji bo aştiyê rune. Ew mifteya aştiyê jî li Îmraliyê destê serokatiya me ye.” BI DÎMEN