Kongra Star: Em ê dijî êrişan têbikoşin 2024-08-28 16:10:09     NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveber û endamên Kongra Star êrîşa ku îro li Qamişlo pêk hat, bi tundî şermezara kir û peyama, “Tu kes nikare îradeya jina azad têk bibe dan. Em ê dijî êrişan bi felsefeya jin jiyan azadî heta dawiyê têbikoşin” didin.   Kongra Star bi armanca şermezarkirina êrişa dewleta Tirk ku îro li Qamişlo pêk hat û di encamê de dayikek û kûrê wê şehîd bûn de, daxuyaniyek da çapemeniyê.    Daxuyanî li bajarê Qamişlo li pêşîya Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo dan.   Li ser navê girseyê Berdevka Kongra Star Rîhan Loqo axivî û êriş bi tundî şermezar kir.   Rîhan Loqo da zanîn ku di êrişê de hevala wan Xalide Mihemed Şerif (45) û kurê wê (Hejar Ednan Silêman) şehîd bûne û got: “Armanca êrişên dewleta Tirk qirkirin û têkbirina destkeftiyên jinan e. Bi vê mebesetê pêşengên şoreşê û gelên li dora felsefeya Jiyan Jiyan Azadî kom bûne dikin hedef.”   Rîhan Loqo ani ziman ku dayika Xalide ya di êrişê de şehîd bûye jî yek ji pêşangên civakê bû û bi welatparêziya xwe dihat nasîn.   Rîhan Loqo da zanîn ku ev êriş bi erêkirina hêzên navnetewî pêk tê û bêdengiya li hemberî êrişan şermezar kir.    Di dawiya axaftina xwe de Rîhan Loqo anî ziman ku tu kes nikare îradeya jina azad têk bibe û got “Em ê li hemberî êrişa bi felsefeya jin jiyan azadî heta dawiyê têbikoşin.”   Daxuyanî bi dirûşmeyên “Şehîd namirin”, “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.