‘Dewlet li Roboskiyê bêedaletiya xwe berdewam dike’ 2024-08-28 15:34:39     ENQERE - Bi boneya 152'yemîn meha qetilkirina 34 welatiyên li Roboskiyê Înîsiyatîfa Edaletê ya ji bo Roboskiyê daxuyaniyek da û got: "Ji qetilkirina 34 welatiyên me heya niha ku 19 ji wan zarok bûn, Meclîs, daraz, AYM û AIHM bi hev re bêedaletiyê dimeşînin."   Înîsiyatîfa Edaletê ya ji bo Roboskiyê bi boneya 152’yemîn meha qetilkirina 34 welatiyan li pêşiya Komeleya Mafê Mirovan a Şaxa Enqereyê daxuyaniyek da.   Endamê ÎHD’ê Tanjû Gunduzalp anî ziman ku ew 13 sal in ji bo edaleta ji bo Roboskiyê li ber xwe didin û got: "Kesên di nava pergala dewletê de yên ku Qirkirina Roboskiyê pêk anîn, niha winda ne. Ev 657 hefte ne bi destê pergalê bêcezayiyek tê meşandin û ev 4 hezar 596 roj in em bi hev re daxwaza edaletê dikin. Li Roboskiyê ji qetilkirina 34 welatiyên me heya niha ku 19 ji wan zarok bûn, rêveberên dewletê, Meclîs, daraz, AYM û AIHM bi hev re bêedaletî, bêhiqûqî û bêcezayiyê dimeşînin. Bi şer û birçîhiştinê civak nayê birêvebirin. Ev yek nîşaneya rewşa bêsiyasetbûnê ye."   Tanjû di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ew ê lêgerînên xwe yên ji bo edaletê bidomînin û wiha pêde çû: "Roboskî qirkirinek e. em dizanin ku em ê bêedaletî û bêcezayiyên di van qirkirinan de bi avakirina pergaleke aştîxwaz ya xwe dispêre wekhevî û mafên mirovan,  bi dawî bikin. Bila neyê jibîrkirin ku cîhan û erdnîgariya me jî ji şerên dûrî mafên mirovan, bes bi armanca planên aborî û parvekirina çavkaniyan tên derxistin, para xwe xwe distînin. Em ê lêgerîna xwe ya edaletê ya ji bo Roboskî û hemû kesên ku di encama qirkirinan de jiyana xwe ji dest dane, bidomînin."