Li Dîlokê zarokek hate qetilkirin 2024-08-28 09:45:43       DÎLOK - Li Dîlokê Emîr Bakî Bayindir ê 10 salî li taxê ji aliyê zilamekî dikandar ve hate qetilkirin.    Li Dîlokê, Emîr Bakî Bayindir ê 10 salî dema lîstik dileyizî bi îdiaya “deng derxistiye” ji aliyê zilamê li taxê dikandariyê dike ve bi çekê hate qetilkirin.    Bûyer di saetên êvarî de li Taxa Guzelvadî pêk hat. Kesê ku navê wî nehate zanîn û li taxê dikandar e, ji deng derxistina Emîr Bakî Bayindir ê lîstik dileyizî aciz bû û bi çifteya li dikana xwe gule berda zarokî û ji cihê bûyerê reviya. Li ser îxbara şêniyên taxê tîmên tenduristiyê û polîsan sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Zarokê ku tîmên tenduristiyê mudaxileya ewil li cihê bûyerê lê kir û ew rakirin nexweşxaneyeke taybet jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Emîr rakirin morga Saziya Tiba Edlî.    Têkildarî bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin, ji bo faîlê reviyayî jî xebat tên meşandin.