Bi ‘Lijneya Nirxandina Hiqûqa Malbatî’ jin hedef tên girtin 2024-08-28 09:02:53   Rozerîn Gultekin   STENBOL - Dildara EŞÎK’ê Ozgul Kaptan ‘Lijneya Nirxandina Hiqûqa Malbatê’ ya ku li dijî jinan hatiye avakirin nirxan dû got: “Bi vê dixwazin jiyana jinan bikin bin kontrolê. Li dijî vê berxwedanek cidî pêwist e.”   Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç di rojên borî de daxuyaniyek da û di daxuyaniyê de got ‘Lijneya Nirxandina Hiqûqa Malbatê’ ava kirine. Bi vê lijnemaya ku mijara gotinê ye, tê gotin ku wê mafê nefeqe, mafê welayet û gelekên din bên nîqaşkirin. Wezareta Xizmetên Malbat û Civakî di meha Gulanê de ‘Plana Çalakî û Belgeya Vîzyona Xurtkirin û Parastina Malbatê’ weşandibû. Ev lijneya hatiye avakirinê jî  wek mekanîzmayeke ku van peywira bikin tê nirxandin. Dildara Ji bo Wekheviyê Platforma Jinan (EŞÎK) Ozgul Kaptan, der barê vê lijneyê de nirxandin kir.   ‘Ne lijneya nirxandinê lijneya xapandine ye’   Ozgulê diyar kir ku lijne tenê bi bikaranîna têgehên nû hatiye afirandin û lijneyek xapînok e û wiha anî ziman: “Di Hukma Qanûna Dadgeha Destura bingehîn de bi biryarnameyan avakirina van lijneyan hatibû betalkirin. Berê jî gotin hiqûqa malbatê wê ji nû ve bê avakirin. Wê pêvajoyê Wezîrê Dadê bi navê Lijneya Zanistê lijneyek ava kir. Niha jî tiştekî cuda tê gotin lê tişta tê xwestin bê kirin heman tişt e. Bi van lijneyan dixwazin jiyana jinan bikin bin kontrolê. Dixwazin mijara malbatê bikin pêş mafê jinan. Ya dixwazin biparêzin ne malbat e, dixwazin niyetên xwe yên rê li ber Talîbanbûnê vedike bikin jiyanê.  Dixwazin navbeynkariya malbatê fermî bikin. Peymana Stenbolê navbeynkariyê qedexe dike. Ev lijne di esasê de lijneyek topyekun xapînok e.”   ‘Dixwazin fikra wekheviyê ji holê rakin’   Ozgulê bi lêv kir ku divê mirov di mijara avabûna wekheviyê de bi biryarbin û ev ji ber astengiyên li pêş jinan pêk nayê. Ozgulê nirxandina xwe wiha domand: “Mehra miftî bi qanûna medenî rê li ber hatiye vekirin. Dema wê de ji ber bertekên baş li hember tunebûn pêşî li mudaxaleyên din hat vekirin. Bi van dixwazin fikra wekheviyê ya di hişê civakê ji holê rakin."   ‘Berxwedanek cidî pêwist e’   Ozgulê diyar kir ku di lijneya hatiye avakirin de rêxistinên jinan, femînîst  tune ne û wiha dawî lê anî: “J bo vê tenê têkoşîna rêxistinên jinan têr nake. Divê berxwedanek pir cidî bê nîşandan. Divê em li dijî vê lijneyê hêza xwe bikin yek. Em wek EŞÎK’ê em ê ruyê rast yê vê lijneyê nîşan bidin. Em ê ji bo vê bixebitin. Em ê ji bo fêdeya civakê vê vebêjin.”