Qetilkirina Gulîstan Tara û Hêro Bahadîn hat protestokirin 2024-08-27 21:03:32   MERSÎN - Li Mersînê qetilkirina rojnameger Gulîstan Tara û Hêro Bahaddîn ku ji aliyê Tirkiyeyê ve hatibûn qetilkirin hat protesto kirin. Di protestoyê de hat diyarkirin ku wê pênûsa wan li erdê nemînin û li dijî êrîşan bang têkoşînê hat kirin.   Meclîsa Jinan a DEM Partî ya Mersînê, ,Tevgera Jinên Azad (TJA) û Komeleya Rojnamegerên Jin a Mersînê, qetilkirina rojnameger Gulîstan Tara û Hêro Bahadîn yên di êrîşa Tirkiyeyê ya 23’yê Tebaxê de li navçeya Seyîdsadiq a girêdayî Silêmaniyê bi SÎHA’yan kiribû de jiyana xwe ji dest dabûn protesto kirin. Pankarta ‘çapemeniya azad bêdeng name’ hat vekirin. Rêveberên DEM partîyê, parlametnerê DEM partiyê Alî Bozan, nûnerên ÎHD’a Mersînê û gelek kes tevli bûn.   Endama Komeleya Rojnamegerên Jin a Mersînê Ceren Înan daxuyanî xwend û destpeka axaftina xwe de komkujî lanet kir. Cerenê daxuyakrin ku vê êrîşê destkeftiyên gelê Kurd ûjinên Kurd hedef girtiye û got rojnameger Nagîhan Akarsel jî di encama van êrîşan de li Silêmaniyê hatine qetilkirin.   Di daxuyaniyê de bang hat kirin ku her kes li dijî vê qirkirinê bibin xwedî helwest û têkoşîna xwe bidomînin.