Parêzer Ebrû Tîmtîk li ser gora xwe hat bibîranîn 2024-08-27 19:23:25   STENBOL - Parêzera şoreşger Ebrû Tîmtîk a ku 4 sal berê îro di roja 238’an a rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest da, ji aliyê hevalên xwe ve li ser gora xwe ya taxa Gaziyê hat bibîranîn.   Parêzer Ebrû Tîmtîk a ku bi daxwaz darizandina adîlane dest bi roja mirinê kiribû û di roja 238'an jiyana xwe ji dest da, li ser gora xwe ya li Goristana Gaziyê hat bibîranîn. Bîranîn bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û pankarta "Ebrû Tîmtîk nemir e" hat vekirin. Parêzeran gora Tîmtîk bi qurnefîl û cil û bergan xemilandin û stranên ku Ebrû jê hez dikir gotin.   Seroka Komaleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) Şaxa Stenbolê Ezgî Onalan li ser navê parêzeran daxuyanî xwend û got: "4 sal berê me cenazeyê Ebrû ya 38 kîlo danî ser milê xwe û wê li gel dayika wê veşart. Berxwedana Ebrû û Aytaç a ji bo darizandina adîlane li hemû cîhanê deng veda û 2 milyon parêzerên ji çar aliyê cîhanê dîtin ku çawa bi neheqî hatine darizandin û li dijî vê neheqiyê radiwestiyane.   'Me gelek caran hêza xwe ji Ebruyê girt’   Ezgiyê anî ziman ku ev 4 sal in li her qadên berxwedanê yên ku ew lê geriyan bi wê re ne û wiha domand: “Dema ku di erdheja 6'ê Sibatê de 50 hezar mirovên me li ber çavan hatin qetilkirin, daristanên me hatin şewitandin, berxwedanên karkeran, grev, komkujî di madenan de gelek caran bi hêza ku me ji Ebrû wergirtî em beziyan. Mîna ku ew e. Em careke din li gel Ebrû dibêjin cezayên li hevrêyên Ebrû Tîmtîk, Selçûk Kozagaçli û Barkin Tîmtîk hatine birîn nederbasdar e û em li gel kesên li ber xwe didin in. Em bang li hemû hevrêyên xwe dikin ku xwedî li hevalên me yên parêzer ên girtî derkevin.”