Ji DEM Partiyê deklarasyona 1’ê Îlonê 2024-08-27 14:43:39       AMED - DEM Partiyê ya Amedê deklarasyona 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê eşkere kir. Li Amed, Wan û Îzmîrê dê mitîngên herêmî bên lidarxistin û bang li gel hat kirin ku li dijî terîdê, bêdaletiyê û şer dakevin qadan.    Rêxistina DEM Partiyê ya Amedê têkildarî rasthatina 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li avahiya xwe deklarasyonek eşkere kir. Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Serhat Eren, rêveberên DEM Partiyê û DBP'ê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) beşdarî daxuyaniyê bûn.   Dê mîtîng bên lidarxistin   Li gorî daxuyaniyê wê di 1'ê Îlonê de li Amed, Wanê û Îzmîrê mitîngên herêmî bên lidarxistin. Mitînga li Amedê wê li Qada Şex Seîd bê lidarxistin. Beriya wê li ber Plaza AZC’ê li hev kom bibin û ber bi qadê ve bimeşin.   ‘Pêwistî bi aştî û aramiyê heye’    Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Gulşen Ozer di destpêka civînê de axivî û diyar kir ku ev 10 sal in li Rojhilata Navîn şerên dijwar diqewimin û pêwîstiya hemû gelên li vê erdnîgariyê bi aştî û aramiyê heye. Gulşenê diyar kir ku ew ê bi gel re di mîtîngên ku dê weke partî organîze bikin de bên cem hev û tev li govenda aştiyê bibin.   Dê meşa azadiyê bê lidarxistin   Hevserokê Rêxistina DBP’a Amedê Mehmet Şîrîn Gurbuz jî axivî û wiha got: “Çareserkirina pirsgirêka kurd di aştiyek bi rûmet de derbas dibe. Ji bo aştiya civakî pêk were divê ewilî em li dijî şer xwe bikin yek. Rojeva herî girîng jî helbet tecrîd û divê tecrîd rabe û bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtin bê kirin. Em ê roja 1’ê Îlonê saet di 17.30’an de ji ber Plaza AZC’ê kom bibin û ber bi Qada Şêx Seîd ve meşa azadî û aştiyê li dar bixin. Em carek din dîsa dibêjin; ji bo pirsgirêka kurd were çareserkirin divê tecrîd bê rakirin û hevdîtin bên kirin.”    'Li Tirkiyeyê krîzên piralî hene’    Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Serhat Eren jî anî ziman ku 1’ê Îlonê xebatên wan berdewam dikin û got: “Li gelek qadên Tirkiyeyê bêedaletî berdewam dike. Her bêedaletiyek rê li ber bêdaletiyek din vedike. Ev rewş jî dike ku tundî zêdetir bibe. Li Tirkiyeyê krîzên pirralî diqewimin. Krîzên civakî, siyasî, aborî û edaletê berdewam dikin.”    ‘Werin em xwedî li çand û zimanê xwe derkevin’    Serhat destnîşan kir ku di demên dawî de li dijî ziman û çanda kurdî êriş tên kirin û wiha axivî: “Em êrişên li ser çand û zimanê kurdî, êrişên li ser erdnîgariya Kurdistanê qet û qet qebûl nakin. Em li dijî êrişên li ser nirx, yekitî, ziman û muzîka gel in. Divâe hemû gelê me li dijî van êrişên li ser hebûna gelê kurd, di 1’ê Îlonê de li qadan bin. Ji bo em xwedî li nasname, nirx û axa xwe derkevin divê em bi govend û têlîliyên xwe li qadan bin. Em bang li her kesî dikin ku li dijî neheqî û ji bo aştiyê dakevin qadan û bi awayek xurt dengê xwe derxin.”