TJA: Di her şertî de wê dengê heqîqetê derkeve holê 2024-08-26 18:19:30     NAVENDA NÛÇEYAN- Der barê êrîşa ku rojnameger Gulîstan Tara û Hêro Bahaddîn hatin qetilkirin û 6 rojnameger birîndar bûnde li gelek bajaran TJA’yê bi daxuyaniyan bertek nîşan da û diyar kir ku wê di her şert û mercî de dengê heqîqetê derxin holê.    Tirkiyeyê 23’yê tebaxê de li navçeya Seyîdsadiq a girêdayî Silêmaniyê ya Herêma Kurdistanê bi SÎHA’yê êrişî wesayîta ku rojnamevan tê de bûn kir û Gulistan Tara û Hêro Bahadîn qetil kir.Bertekên li dijî êrîşê didomin. Li Wan û Bedlîsê jî bi daxuyaniyan bertek hat nîşandan.   Bedlîs   Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) daxuyaniyek hat dayîn. Daxuyanî li ber avahiya DEM Partî ya Tetwanê hat dayîn û rêveberên DBP û DEM Partiyê tevli bûn.   Di daxuyaniyê de hevseroka DEM Partî ya Bedlîsê Sakîne Olan metna daxuyaniyê xwend û da zanîn ku destkeftiyên bi têkoşîna jinê hatine bidestxistin ji aliyê AKP û MHP’ê ve heef hatiye girtin.   Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “4’ê cotmeha 2022’an de edîtora komvara jîneolojiyê akademîsyen Nagîhan Akarsel li Silêmaniyê hat qetilkirin. Ev êrîş di heman demê de li hember destkeftiyên gelê Kurdin û jinane.  Em e di her şert ûmercî de dengê heqîqetê derxin holê. Divê hemû jin, gelê me ûrayagiştî li dijî qirkirinê bibin xwedî helwest.   Wan   Li Wanê jî bi pêşengiya TJA’yê li ber avahiya DEM Partiyê daxuyanî hat dayîn. Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), DBP, DEM Partî û gelek saziyên civaka sivîl tevli bûn.   Endama Şaredariya Şaxê Edîbe Babur daxuyanî xwend û got: “Rejîma AKP-MHP’ê dixwaze bi polîtîkayên binpêker Kurdistanê wêran bikin. Rêveberiya herêma Federal a Kurdistanê jî dibe sedema qetilkirina zarokên Kurd. Gelê Kurd vê qebûl nake. Divê PDK demildest ji vê şaşiyê vegere.”