Xwebûn bi manşeta ‘Tecrîd politikaya şer e’ derket 2024-08-26 10:32:27     NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara 245’emîn a Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Tecrîd polîtîkaya şer e” derket. Rojnameyê, bi minasebeta 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê bal kişand ser şerê li Rojhilata Navîn belav dibe û bandora tecrîdê ya li ser şer.    Rojnameya Xwebûnê di vê hejmarê de li ser mijarên têkoşîna ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, şerê li herêmê, hevkariya PDK’ê, bandora felsefeya Jin Jiyan Azadî û girîngiya xweparastinê rawestiya.    Rojnameyê di surmanşetê de bi sernavê “Welatê slavan de baronê şerî pêkewenê”, bal kişand ser şerê li Ukrayna ku di navbera Rûsya û Ukraynayê de pêş dikeve.    Rojnameyê di rûpela jinê de jî bal kişand ser bandora felsefeya “Jin Jiyan Azadî” ku hemû jinên cîhanê li dora xwe kom dike. Di heman rûpelê de mijara girîngiya xweparastinê derxist pêş.    Rojnameyê di rûpela hevpeyvînê de cih da nirxandinên Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn û li ser sedema şerê heyî rawestiya. Keskîn,  tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û bandora şer û tecrîdê nirxand.