ROJEVA 26'Ê TEBAXA 2024'AN 2024-08-26 09:00:00   *Hemû pêvajoya çêkirina penîrê bi gîha bi keda jinan temam dibe. Jin di çêkirina penîr de bi saetan kedê didin. Li gundê Xirwatê yek ji jinên ku bi çêkirina penîr debara xwe dike Şukran Çetînkaya ye. Şukranê wiha got: “Şîrê xwe em dikin penîr, rûn, to, mast û her wekê din. Çavkaniya debara me gund û sewalkariye.” DÎMEN HEYE   * Seroka Şaxa ÎHD’a Enqereyê Nuray Çevîrmen, der barê civîna Komiteya Wezîran a Konseya Ewropayê (AK) de axivî û got: “Hûn mafê parastinê nedin kesekî wê demê hûn ji derveyê hiqûqê dihêlin. Hûn tenê pergalek înfazê ya tolgirtinê diafirînin. Hûn derkevin dervê ceza hûn derdikevin derveyê hiqûqê. Niha pergala li Îmraliyê pêk tê pergalek ne hiqûqiye.” DÎMEN HEYE   *Jinön ku bertek nişani qetilkirina Rojnamegerên Jin Gulîstan Tara û Hêro Bahadîn dan, diyar kirin ku heqîqet bi rêya çapemeniya azad derdikeve holê û gotin ku ew ê hesap bipirsin. DÎMEN HEYE