Komîsyona Zarokan a DEM Partiyê çû serdana malbata Narîn Guran 2024-08-25 18:39:36     AMED - Komîsyona Zarokan a DEM Partiyê û Tora Zarokan a Amedê serdana malbata Narîn Guran a ji 21'ê tebaxê ve winda ye kirin.   Xebatên lêgerînê yên ji bo dîtina Narîn Guran a 8 salî ji 21'ê tebaxê ve li gundê Çulî yê bi ser navçeya Rezana Amedê ve winda ye, berdewam dikin. Hevberdevka Komîsyona Zarokan a DEM Partiyê Bêrîtan Guneş Altin, parlamenterên DEM Partiyê Meral Daniş Beştaş û Ceylan Akça, Hevşaredarê Sûrê Adnan Orhan, endamên Tora Zarokan a Amedê û gelek rêveberên partiyê serdana malbata Narîn Guran kirin.   Şandeyê diyar kir ku ew hevxemê êşa malbatê ne. Parlamenter Bêrîtan Guneş Altin û Meral Daniş Beştaş axivîn û gotin ji bo dîtina Narînê çi bikeve ser milê wan dê bikin.