Narînê 5 roj e nehate dîtin! 2024-08-25 13:32:39     AMED - Narîn Gûran a 8 salî ya li gundê Çulye yê navçeya Rezanê winda bû 5 roj in nayê dîtin.   Narîn Gûran a 8 salî ya di 21'ê Tebaxê de li gundê Çulye yê navçeya Rezan a Amedê winda bû, tevî hemû xebatên lêgerînê yên cendirme û AFAD'ê hê jî nehatiye dîtin. Di roja çaremîn a lêgerînê de derket holê ku şimka bi qasî 3 kîlometre dûrî mala wê hatiye dîtin aîdî Narînê ye.   Bavê Narînê Arif Gûran ê ku piştî windabûnê me xwe gihandê ji ajansa me re wiha got: “Keça min duh saet di 13:00 de ji bo biçe Qursa Quranê ji malê derket. Di saet 15.00an de ji qursa Quranê derdikeve. Ew ber bi malê ve dimeşe. Dîtina wî ya li ser kamerayan heya 15.15an diçe, lê piştî wê tiştek nema. Em li gund gerîyan, lê Narînê tune bû."