ROJEVA 25'Ê TEBAXA 2024'AN 2024-08-25 09:00:00     * Di ser şewta li Îzmîrê de roj derbas bûn lê hîna bîhna tenî û dumanê ji taxan tê. Welatiyên ku diyar kirin ku rayedaran şewat temaşekiriye, bi hêrsin. BI DÎMEN   *Hîlal Kar ji aliyê mêrê pê re zewicandî Mehmet Demîrhan ve hatibû qetilkirin. Xwişka Hîlalê, Rojbîn Duru Kar, axivî û got: “Jin  hîn bêtir di piştevanî û yekitiyê de bin wê gumanbar bê girtin. Bila tenê bi daxuyaniyê çapemeniyê sînor nemîne.” BI DÎMEN    *Hemû pêvajoya çêkirina penîrê bi gîha bi keda jinan temam dibe. Jin di çêkirina penîr de bi saetan kedê didin. Li gundê Xirwatê yek ji jinên ku bi çêkirina penîr debara xwe dike Şukran Çetînkaya ye. Şukranê wiha got: “Şîrê xwe em dikin penîr, rûn, to, mast û her wekê din. Çavkaniya debara me gund û sewalkariye.” BI DÎMEN