Qetilkirina rojnamegeran li Amedê hat protestokirin 2024-08-24 19:54:34     AMED- DFG, MKG û DÎSK Basin Îş’ê der barê qetilkirina Gulîstan Tara û Hêrîn Bahadîn de daxuyaniyek hevpar dan û banga piştevaniyê li rêxistinên çapemeniya navneteweyî kirin.   Tirkiyeyê li Seyîdsadik a girêdayê Başûrê Kurdistanê xebatkarên çapemeniya azad hedef girtin. Di êrîşê de du rojnamegerên jin yê Kurd Gulîstan Tara û Hêro Bahadîn hatin qetilkirin. Der barê komkujiya hat jiyîn de Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) , Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Û DÎSK BASIN ÎŞ’ê daxuyaniyek hevpar li ber avahiya DFG’ê y aYenîşehîrê dan. Parlamenterên DEM Partiyê Ceylan Akça,  Mehmet Ruştu Tiryarkî, Meral Daniş Beştaş û gelek nûnerên saziyan, rojnameger tevli bûn.   Polîsên ber DFG’ê girtin xwestin pêşî li daxuyaniyê bigirin. Kedkarên çapemeniyê ku israra xwe domandin dirûşmeyên ‘çapemeniya azad nikare bê bêdengkirin’ berzkirin.   Li dijî êrîşan banga tevgerê   Li ser navê girseyê rêvebera MKG’ê Aysel Işik axivî û got: “ Em wekî Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG), Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û DÎSK BASIN ÎŞ'ê vê êrişa li ser rojnamegeran a derveyî mirovahiyê bi zimanekî tund şermezar dikin û em dibêjin divê raya giştî ya navneteweyî li dijî van êrişên sîstematîk demildest têkevin nava tevgerekê.”   ‘Êrîşek li dijî mafê  girtina nûçeyan e’   Ayselê di berdewamiyê de wiha anî ziman: “Di demên dawî de êrişên bi rêya balafirên bê mirov (SÎHA) ênTirkiyeyê yên li ser herêma Başûrê Kurdistanê zêde bûne. Tirkiyeyê duh êrişek bir ser wesayiteke aîdî ChatrProduction a li herêma Seyîdsadiq a girêdayî bajarê Silêmanîyê Başûrê Kurdistanê û divê êrişê de kedkarên çapemeniya azad Gulistan Tara û Hêro Bahadîn jiyana xwe ji dest dan. Em gelekî xemgîn in ku hempîşeyên me divê êrişê de jiyana xwe ji dest dane. Divê êrişê de tevî berpirsê ChatrProduction 6 kes jî birîndar bûn. Ev êriş tenê li rojnamegeran nehatiye kirin di heman demê de li dijî azadiya ramanê û Çapemeniya Azad hatiye kirin.”   ‘PDK hevkarê van êrîşan e’   Ayselê anî ziman ev êrişênTirkiyeyê bi armanca tunekirina Çapemeniya Azad tê kirin û ev êriş yek ji parçeyê bêdengikirina gel e. Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “ Lê di van êrişana de Tirkiye ne bitenê ye. Hevkariya PDK'ê ya di van êrişana de mînaka îxanetê ye. PDK xizmeta berjewendiyên Tirkiyeyê dike û êrişa li ser çapemeniya azad a li Başûrê Kurdistanê jî kûrtir dike. Em li dijî vê hevkariyê bisekinin, em ê li dijî her cure êrişên li ser çapemeniy aazad bi biryarî têbikoşin. Em vê yekê carekedinê tînin ziman.”   ‘Êrîş ne nû ne’   Ayselê her wiha anî ziman ku ev êrişa li dijî Çapemeniya Azad a bi hevkariya Tirkiye û PDK'ê ne ya ewil e ku li Silêmanî li dijî rojnamegeran pêk hatiye. Di 4'ê Cotmeha 2022'yan de endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê, Akademisyen û Rojnameger Nagihan Akarsel bi êrişa çekdarî ya li ber mala xwe hat qetilkirin. Nagihana ku nûçegihantiya jinê kir û li ser vê yekê lêkolîn kir bi salan li Silêmanî dijiya. Li vir di heman demê de ji bo "PirtûkxaneyaJinan a Kurdistanê" jî xebat dida meşandin. Êrişa li dijî rojnamegeran tenê bi Silêmanî sînordar nemaye. Di 20'ê Mijdara 2022'yan de Tirkiyeyê êrişa hewayî li Dêrika Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk anî û tevî nûçegîhanê Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) Îsam Ebdullah 9 kesî jiyana xwe ji dest dan û 3 kes jî birîndar bûbûn. Kesên jiyana xwe ji dest dabûn ji bo alîkariya birîndaran derketibûn ser rê. Di 24'ê Tebaxa 2023'yan de Tirkiyeyê bi SÎHA'yan êrişî wesayita xebatkarên JIN Tv'yê ya di navbera rêya Qamişlo-Amûdê kir. Bi vê êrişê Necmeddin Feysel Hecî jiyana xwe ji dest da.   DîsaTirkiyeyê di 8'ê Tîrmeha 2024'an de bi SÎHA'yê êrişî Şengalê kiribû. Bi vê êrişê nûçegîhanê ÇiraTV'yê Murad Mîrza Îbrahim jiyana xwe ji dest dabû. Bi vê êrişê xebatakara ÇiraTV'yê Mydia Hussen her wiha kedkar Khalaf Khdir jî birîndar bûbûn.”   Banga piştevaniyê   Daxuyanî wiha hate bidawîkirin: “Bi vê wesîleyê em bang li hemû rêxistinên çapemeniyê û parêzvanên mafên mirovan dikin: Li dijî êrişên Tirkiyeyê yên li ser çapemeniya azad dengê xwe bilind bikin ! Li dijî hewldanên bêndengkirinê piştevaniyeke xurt pêşkêş bikin ! Em wekî MKG, DFG û DÎSK Basin Îş'ê tînin ziman ku em ê tu carî li dijî van êrişan bêdeng nemînin. Em dîsa diqêrin ku em ê dengê Çapemeniya Azad hîn bi hêztir bilind bikin û em ê heta dawiyê mafên rojnamegeran biparêzin. Em dibêjin bila raya giştî ya navneteweyî û rêxistinên çapemeniyê di vê têkoşîna me ya birûmet de li gel me bisekinin.”   Daxuyanî bi dirûşmeyan bidawî bû.