Dayikên Aştiyê hatin bibîranîn 2024-08-22 20:27:59   COLEMÊRG - Dayikên Aştiyê yên ji bo îfadeya dozgeriyê ji Geverê çûbûn Wanê û di vegerê de qeza kiribûn Adalet Safali û Sosin Akçelîk û parêzerên wan Cîhan Akçelîk û Erdal Safali li ser gorên xwe bi girseyî hatin bibîranîn.   Dayikên Aştiyê Sosin Akçelîk û Edalet Safali û parêzerên wan Cîhan Akçelîk û Erdal Safali di 22’yê tebaxa 2023’an de ji bo îfadeya dozgeriyê diçin Wanê û di vegerê de  qezayê dikin. Di encama qezayê de Dayikên Aştiyê Sosin Akçelîk, Edalet Safali û parêzer Cîhan Akçelik jiyana xwe ji dest didin. Parêzer Erdal Safali jî bi giranî birîndar dibe û piştî 85 rojan li Nexweşxaneya Dûrsûn Odabaşi ya Zanîngeya Yuzuncu Yilê ya Wanê jiyana xwe ji dest da. Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Meclîsa Dayikên Aştiyê di salvegera mirina wan de Sosin Akçelîk, Cîhan Akçelîk û Erdal Safaliyên gorên wan li Gundê Şahê û Adalet Safali ya gora wê li Gundê Memkawa yên girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê bi bîr anîn. Endamên malbata Safali û Akçelîk, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, hevserok û rêveberên DEM Partiyê, Hevşaredarê Geverê Şoreş Dîrî û gelek kes tevli bîranînê bûn.   Li ser navê wan kanî hat çêkirin   Malbatên Akçelîk û Safali ji bo bîranîna kesên di qezayê de jiyana xwe ji dest dabûn, li Gundê Dirbêsan ê li ser rêya bajaroka Bajêrge kaniyek çêkirin. Girse ewilî tevli vekirina kaniyê bûn. Li vir li ser navê şandeyê Dayika Aştiyê Gulbeyaz Mihçi axivî û da zanîn ku ew kesên jiyana xwe ji dest dane kesên pîroz bûn û ji bo aştiyê têdikoşîn. Gulbeyazê, diyar kir ku kesên jiyana xwe ji dest dane di dilê wan de hertim dijîn û wiha berdewam kir: “Ev kes ji bo me di vê rêya pîroz de şehîd in. Ji ber vê sîstema qirêj jiyana xwe ji dest dan û xwedê qebûl neke. Ev kanî li ser navê wan hatiye çêkirin. Em ê niha vekirina vê kaniyê pêk bînin. Pîroz be ji bo rihê şehîdan.”   ‘Me soza têkoşînê 40 sal berê daye’   Dû re girse derbasî gundê Şahê yê girêdayî bajaroka Bajêrge bûn û li wir Sosin Akçelîk, Cîhan Akçelîk û Erdal Safali li ser gorên wan bi bîr anîn. Ewilî girseyê dûa xwendin û ji bo hemû şehîdên aştiyê deqeyek rêz girtin. Li vir li ser navê malbatê Husret Akçelîk axivî û xêrhatina mêvanan kir.Husretê, da zanîn ku wan soza tekoşînê 40 sal berê daye û wiha dirêj kir: “Em careke din li ser van goran soza xwe dûbare dikin ku heta dilopek xwîna me hebe em ê vê tekoşînê bimeşînin.   ‘Em dest ji doza wan bernadin’   Piştre Hevserokê DEM Partiyê yê Geverê Ercan Sevmez jî mafê axaftinê wergirt û diyar kir ku her dû malbat jî gelek bi nirx û qîmet in. Ercan, da zanîn ku kesên jiyana xwe ji dest dane zimanê xwe, axa xwe, dîroka xwe û mafên zarokên xwe dixwestin. Ercan, ev tişt li axaftina xwe zêde kirin: “Hevalên me dixwestin li ser axa xwe azad bijîn. Lê me dît ku hiqûqa wan jî kujer e. Gava mesele dibe kurd bi hemû saziyên xwe ve zilmê dikin. Ev dayik û parêzerên me şehîdên azadiyê û aştiyê ne. Em soz didin malbat û gelê xwe ku em ti caran dest ji doza dayikên Sosin û Edalet û parêzer Cîhan û Erdal bernadin. Çi dibe bila bibe dê miraza şehîdên demokrasî, aştî û azadiyê pêk bê. Serê gelê me û Dayikên Aştiyê sax be.”   Piştî axaftinan gireyê qûnefîl danîn li ser gorên Akçelîk û Safali û ber bi gundê Memkawa ve bi rê ketin.   Herî dawî girse derbasî gundê Memkawa bûn û li vir jî Dayika Aştiyê Edalet Safali bi bîr anîn. Girseyê ewilî li vir jî ji bo şehidên demokrasiyê deqeyek rêz girt û soza mezinkirina tekoşînê dan. Herî dawî jî qûrnefîl danîn li ser gora Safaliyê û bernameya bîranînê bi dawî bû.