Xêliya hineyê sûc hate dîtin 2024-08-22 17:01:28     RIHA - Xêliya kesk, sor û zer a di şeva hineyê de li serê Fikriye Baykûrtan Savaş a di serdegirtina malê de hate binçavkirin bû weke sûc hate hesibandin.    Di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Rihayê de ku di 20 tebaxê de hate destpêkirin  Fîkriye Baykûrtan Savaş (30) piştî bi serdegirtina mala wê ya li Stenbolê hate binçavkirin anîn Rihayê. Di dema serdegirtinê de dest danîn ser şûşeya ku nivîsa “Bijî berxwedana zindanan” li ser dinivîsî.    Fîkriye a bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate binçavkirin, piştî kirariyên wê yên li midûriyeta polîsan anîn edliyeyê. Di îfadeya li dozgeriyê de ji Fîkriye a di sala 2016’an de zewicî û 2 zarokên wê hene, wêneyekî endamên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) jî di nav de nîşan dan û hate îdiakirin ku ew jî di nava wî wêneyî de ye. Fîkriye diyar kir ku wan dîrokên ku behsa wan tên kirin di karekî bisîgorte de dixebitî û xêliya kesk û sor û zer a li serê wê ku di wêneyekî ji şeva hineyê de kişandî jî di dosyaya lêpirsînê de weke sûc cih girt.    Fîkriye piştî îfadeya dozgeriyê bi şertê kontrola edlî hate berdan.