Serdana şîna Emîne Demîr bi girseyî hat kirin 2024-08-22 16:56:32     MÊRDÎN - Serdana şîna kedkara Çepemeniya Azad Emîne Demîrê ya li Qoserê bi awayekî girseyî hate kirin.    Xwediya Îmtîyazê ya rojnameya Azadiya Welat a tekane weşana bi kurdî dikir û Midûra Karên Nivîsê ya rojnameyê Emîne Demîr (Rosîda Mêrdîn) ku rojname di sala 2016’an de bi Biryarnameya Hikmê Qanûnê (KHK) hate girtin, bi du hevalên xwe re jiyana xwe ji dest da. Ji bo Emîneyê li navçeya Qoserê şîn hate danîn. Bi awayekî girseyî serdana Şîna Emîneyê hat kirin.    Serdan bi pêşengtiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên di Dergûşa Şaristanê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) hate kirin. Dayikên Aştiyê û gelek kes tevli serdana şîna Emîneyê bûn. Şande bi berzkirina dirûşma “Şehîd namirin” hate cihê şînê.    Şandeya ji hêla malbata Emîneyê ve hat pêşwazîkirin, sersaxî ji malbatê re kir.