Narîna 8 salî ji duh ve winda ye 2024-08-22 16:04:12     AMED - Narîn Guran a 8 salî ku ji duh ve li gundê Çulye yê Rezana Amedê winda bû li gel hemû hewldanan nehate dîtin.   Narîn Guran a 8 salî ku ji duh ve li gundê Çulye yê Rezana Amedê winda bû li gel hemû hewldanaên lêgerînê yên AFAD û cendirmeyan jî nehate dîtin. Hat diyarkirin ku narînê saet di 13.00'an de ji bo biçe kurda Kuranê ji mal derketiye û ji wê jî saet di 15.00'an de derketiye. Herwiha hat diyarkirin ku dîmenê Narînê heta 15.15'an jî ketiye ber kamerayê û piştî wê winda bûye.