Li Cenevreyê peymana Bexda û Enqereyê hate protestokirin 2024-08-21 20:42:43     NAVENDA NÛÇEYAN - Di çalakiya vê hefteyê ya rûniştinê ya ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li pêşiya Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li bajarê Cenevreyê tê pêkanîn de peymana di navbera Tirkiye û Iraqê de hate protestokirin.   Di çalakiya vê hefteyê ya rûniştinê de ya di çarçoveya pêngava; ‘Dem dema azadiyê ye’ de ji 25’ê Kanûna Paşîn 2021’an heya niha hemû rojên Çarşeman tê berdewamkirin de lihevkirina di navbera Enqere û Bexdayê de ya dagirkirina Kurdistanê erê dike, hate protestokirin.   Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Cenevreyê Îbrahîm Yuksel li ser navê komîteya çalakiyê ya Cenevreyê li pêşiya NY’ê axaftinek kir.   Îbrahîm da zanîn ku di destpêka vê hefteyê de di navbera Tirkiye û hikûmeta Iraqê de hevdîtinek pêk hatiye û got ku ev lihevkirina di navbera her du aliyan de tê wê wateyê ku hikûmeta Bexdayê xaka xwe firotiye Tirkiyeyê. Îbrahîm wiha vegot: “Gelê Kurd ne biyaniyê vê lihevkirinê ye ku hebûna gelê Kurd û Kurdistanê tune tê hesibandin. Çawa ku di sala 1923’yan de bi Peymana Lozanê xaka Kurdistanê kirin 4 perçe, dixwazin bi vê lihevkirinê jî careke din destkeftiyên gelê Kurd ji holê rakin. ev lihevkirin ne tenê ji aliyê rêveberiya PDK’ê, hikûmeta Iraqê û dewleta Tirk ve hatiye îmzekirin.Ev lihevkirin bi temamî ji aliyê dewletên emperyalîst ve bi armanca parastina berjewendiyên wan û ji di bin kontrola wan hêzan de hatiye îmzekirin.”   ‘Dev ji hevkariyên qirêj berdin’   Îbrahîm bang li hikûmeta Iraqê kir ku dev ji vê lihevkirina qirêj berde û parastina xakên xwe bike û wiha dawî lê anî: “Dev ji helwesta xwe ya îxanetker berde. Tecrîdek giran  li ser Abdullah Ocalan tê meşandin. Bepirsiyarên rastîn yên êşkenceya tecrîdê ya li ser Rêbertiya me tê meşandin, dewletên emperyalîst bi xwe ne. Sazî û dewlet berpirsiyarên rastîn ên tecrîdê ne ku tecrîca berbehs di bin kontrola hêzên emperyalîst de tê meşandin.  Em weke gelê Kurd bi esasgirtina xeta têkoşînê ya Rêbertiya me û ruhê têkoşînê yê Egîdan, heya ku em azadiyê dabîn bikin, em ê li qadan bin û li ber xwe bidin.”