Rêxistin û komeleyên jinan banga hesabpirsînê ji sûcdarên komkujiya Şengalê kir 2024-08-21 15:08:22     NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistin û komeleyên jinan ên li Lubnanê li pêş avahiya NY`yê ya li paytexta Lubnanê Beyrûtê çalakiyek li dar xist û banga hesabpirsînê ji sûcdarên komkujiya Şengalê kir.   Weqfa Jinan a Jîn, Weqfa  Çandî û Civakî ya Newrozê û Komeleya Werde Butrus-Wekhevî ji bo Karê Jinan li pêşiya avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li paytexta Lubnanê Beyrûtê çalakiyeke protestoyî ji bo piştgiriya berxwedana jinên êzidî li dar xist.   Gelek çalakvan û komeyelên jinan ên lubnanî û filistînî tev li çalakiyê bûn.   Seroka Komeleya Werde Butrus-Wekhevî ji bo Karê Jinan Dr. Marî El Dibis axivî û komkujiya Şengalê bi bîr anî. Marî bang kir ku hesab ji sûcdaran bê pirsîn û aqûbeta bi hezaran jinên êzidî bê aşkerakirin.   3`yê Tebaxa 2014`an çeteyên DAIŞ`ê êriş Şengalê kiribû û zêdetirî 6 hezar jin û zarokên êzidî revandin. Wê demê hêzên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji Şengalê vekişiyan û xelkê wê bi çeteyan re rû bi rû hişt.