Şaredariya Wêranşarê li dijî medeyên hişbirê xebat da destpêkirin 2024-08-21 13:42:04     RIHA - Şaredariya Wêranşarê di dijî madeyên hişbirê û bengîtiyê xebata haydarbûnê da destpêkirin.    Şaredariya Wêranşarê li dijî madeyên hişbirê û bengîtiyê xebata haydarbûnê da destpêkirin. Di çarçoveya xebatê de li maleke taxa Azadiyê civînek hat lidarxistin. Hevseroka Şaredariya Wêranşarê Bedriye Yorgûn, Edamên Meclisa Şaredariyê, Hevseroka navçeyê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Zuleyha Çalman, Pispora Xizmetên Civakî Zulfu Tûncel û gelek şêniyên taxê tev li xebatê bûn.    Pisporê Xizmetên Civavî Zulfu Tûncel di xebata haydarbûnê de destnîşan kir ku di demên dawî de bengîtiya madeyên hişbirê li navçeyê berbelav bûye û wiha got: “Li her qûncikekî kolane, temenê bikaranîna madedyên hişbirê daketiye 11 saliyê. Li gorî lêkolîna hatiye kirin ji 4 kesên madeyên hişbirê bikar tînin 3’yê wan ji 18 saliyê biçuktir dest bi bikaranîna madeyan dike. Ev rewş talûkeya ku zarok ketina nav de nîşan dide. Tê zanîn ku bikaranîna hişbirê ya ku tê asayîkirin, ji hêla kesên 60 salî û xwedî nevî, tê bikaranîn. Di xebatê de tişta balkêş a din jî ew e ku malbat zarokên xwe yên madeyên hişbirê bi kar tînin, bi derengî pê dihesin. Ev yek pêvajoya dermankirinê zehmettir dike. Li gel bikaranîna madeyên hişbirê zarok arasteyî dizîn, fihûş, firoşkariya hişbirê û gelek sûcan dibin.”     Banga hişyariyê   Hevşaredar Bedriye têkildarî bengîtiyê banga haydarbûnê kir û ev tişt anî ziman: “Çareseriya her tiştekî heye. Heke zarokên me pêgirtiyên hişbir, fihûş bin çareseriya vê yekê zehmettir e. Partiya me dibêje ku divê her kesek li dijî bêngîtiyê têbikoşe. Ji bo vê yekê jî çi ji destê me were divê em bikin.” Yorgûn da zanîn ku ew ê her roj bi mêvanbûna maleke cudatir, xebata haydarkirinê li dar bixin.”    Çareserî hatin nîqaşkirin   Piştî axaftinan derbarê bengîtiya madeyên hişbirê de tiştên divê bên kirin û çareseriyên pirsgirêkan hatin nîqaşkirin. Xebat bi pirsîna pirsan û parvekirina pêşniyaran bi dawî bû.