Jinên êzidî piştgirî dan pêngava 'Na ji îdamê re' 2024-08-20 15:23:43     NAVENDA NÛÇEYAN - Ragihandina Jin, Yekîtiya Jinên Ciwan, Navenda Çand û Hunera Stiya Naxşa yên Şengalê bi daxuyaniyeke nivîskî piştgirî dan kampanyaya "Na ji îdamê re".   Yekîtiya Ragihandina Jin (YRJ) têkildarî cezayên darvekirinê yên li dijî Bexşan Ezîzî û Şerîfa Mihemedî di 12’yê tebaxê de pêngavek dest pê kir. Ji gelek aliyan ve piştevaniya pêngavê hat kirin. Ragihandina Jin, Yekîtiya Jinên Ciwan, Navenda Çand û Hunera Stiya Naxşa yên Şengalê bi daxuyarilete nivîskî piştgirî dan pêngavê.   Di daxuyaniya hevpar de wiha hat gotin:    "Em biryara cezayê darvekirinê yê Dewleta Îranê, li ser Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhamadî dayî, bi hêrsekî mezin û bi tûndî şermezar dikin. Ev cezayê darvekirinê bi tu awayî nayê qebûl kirin. Em vê biryara di şexsê aktîvîstên jin Pexşan û Şerîfe de hatiye dayîn, biryarekî li hemberî tevahî jinan dibînin û dibêjin wê tu êriş nikaribin hêz û îradeya jin bişkîne. Meşa wê ya azadiya bide sekinandin.    Li Îranê jî jin li her qada jiyanê bi êrişên qirkirinê re rû berû ne. Piştî kuştina Jîna Emînî li Rojhilat û Îranê pêla serhildana jinan dest pê kir. Belavî cîhanê bû êrişên li hemberî jin zêdetir bûn. Em hemû êrişên li dijî jin têne kirin bi helwestekî tund red dikin. Cezayê îdamê dayîna jin, rêbazekî herî hovane, yê der mirovî ye. Eger bi cezayê darvekirinê karîbana têkoşîn û lêgerîna jinan a azadiyê asteng bikin wê bi darvekirina Şîrîn Elemhulî, Reyhane Cebarî û gelek jinên din pêkhatiba. Lê tê dîtin darvekirin hêrsa jinan zêdetir dike, lêgerîna wê ya azadiyê bihêztir dike û xwe li dijî ev sîstema dijminê jinê ye zêdetir bi rêxistin dike.    Wê tu carî jin serî netewînin û têkoşîna li hemberî desthilatdariya mêr-dewletê nedin sekinandin. Di vê serdema ku jin bi rihê jin, jiyan, azadî têkoşîn dimeşînin û li her derê ber xwedidin wê tu hêz nikaribe îrada jinan a têkoşînê bişkîne. Hevrêyên meşa azadiyê, Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhemadî, ji bo neheqiya li hemberî jinan tê kirin, têkoşîn dimeşandin. Rojnamevan Pexşan ji bo tekoşîna jinan ragihîne wek rojnamevana jin, dixwest bibe dengê jinan. Şerîfa Muhemadî li dijî neheqî û kuştina jinan têkoşîn dida. Cezayê darvekirinê li Zeynep Celaliyan jî hatibû birrîn, lê têkoşîna yekgirtî ya jinan gav bi rejîma îranê bipaşve da avêtin.    Eger têkoşîn hatiba xurttir kirin û daîmîkirin wê bi temamî cezayê heta hetayî jî hatiba rakirin. Ev nimûne bi me vêya dide nîşa: Eger em têkoşîneke hevpar û yekgirtî bidin, zexta raya giştî ya jin zêde bibe, rejîmekî herî zilimkar jî neçar dike gav bi paşve biavêje. Di vê demê de helwestek û seknekî wiha ji me hemû jinan tê xwestin.    Me wekî jinên êzidî êşên giran di fermanên hatin serê me de jiyan kirin. Em îro êşa her jinekê di dilê xwe de hîs dikin. Em jî li hemberî vê biryarê sekinandin ji bo xwe erkekî mirovî, jinperwerî û exlaqî dibînin.    Em wek Ragihandina Jin, Yekîtiya Jinên Ciwan û Navenda Çand û Hûnera Stiya Nexşa yên Êzidxanê, bang li hemû jinên azadîxwaz yên li ser xeta ‘Jin Jiyan Azadî’ dimeşin dikin, li dijî cezayê darvekirinê û bi taybet cezayê ji bo hevrêyên me Pexşan Ezîzî û Şerîfe Mûhamedî hatiye dayîn, têkoşînê bilind bikin.    Em bi vê helwesta xwe piştgirî didin kampaniya Yekîtiya Ragihandina Jin (YRJ) a bi dirûşmeya ‘Na ji îdamê re’. Carekî din bang li hemû jinan dikin li hemberî desthilatdariya mêr û pergala dijminahiya jinê dike bi rihekî hevgirtî têkoşînê bilind bikin.    Wê şoreşa jin a 'Jin, jiyan, azadî' bi ser keve."